Ferhat Kurtay û hevalên xwe hatin bibîranîn

Ferhat Kurtay û hevalên xwe hatin bibîranîn

Ji pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmî Onen, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik, ji aliyê malbatên wan û xizmên gêrîlayên PKK'ê ve bi girseyî hatin bibîranîn. Li Colemêrg û Nisebinê jî xizmên gêrîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameyen bîranînê pêk anîn.

Di şeva 17'ê gulanê sala 1982'a de çar ciwanên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin li zindana Amedê li dijî zilm û îşkenceya girtîgehê û ji bo doza xwe bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan. Ji sala 1980'an û pê ve li gelek deveran çalakiyên şewitandina bedena xwe destpêkirin. Di 18 Gulana sala 1982’an de ji girtiyên PKK’ê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Onen û Mahmut Zengîn ên di heman zîndanê de jî xwe şewitandin. Bi minasebeta salvegera çalakiya Çaran û Gêrîlayên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyanaxwe ji dest dane li gelek cihan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

SÊWEREG

Li navçeya Sêweregê ya Rihayê jî bi heman armacê ji bo bîranina Ferhat Kurtay, Necmî Onen, Mahmut Zengin û Eşref Anyik, li ser gora Agirê Çaran Mahmut Zengin a li GoristanaAsrî ya Sêwêregê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di merasimê de malbata Zengîn, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Komê li ser gora Zengîn siloganên "Şehîd namirin" qîr kirin. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir. Li ser gorê Serokê BDP'a Sêwêregê Îbrahim Ayyildiz diyar kir ku, ger gelê Kurd îro gihiştibe asta niha deyndarê şehîdên gulanê ye. Peywir û erka me em di rêça wan de bimeşin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi heman armancê di pêyengiya MEYADER'ê de ji bo gêrîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê hat lidarxistin. Komê li ser gorên gêrîlayên PKK'ê li deverên cuda jiyana xwe ji dest dabûn bernameya bîranînê pêk anî. Di nava koma ku li Parka Aştiyê li hev kom bûn de Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, rêveberên BDP'ê, Serokê BDP'a Nisêbînê A. Bari Eren Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û malbamtên gêrîlayên PKK'ê amade bûn.

Girseya ku li Parka Aştiye kom bûn heta Gora Şehitan (Hacilar) meşiyan. Girsê di meşê de posterên Pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egîd), Kemal Pir, Hayri Durmuş, Alî Çiçek, Akîf Yilmaz, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin li gel gerîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin.

Girsê di meşê de panarta "Şerê siyasî û şerê welatparêziye, lêxwedîderketina dîrok û axê ye", Sê jinên azad em we tu car ji bîr nakin" vekirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Ocalan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwina we li erdê namine" û "Bê Serok jiyan nabe" ber kir.

Girsê li ser gorên gêrîlayên PKK'ê rêz girtin û li ser garistanê axaftin kirin. Piştî axaftinan li ser gorên gêrîlayên PKK'ê dua kirin û belav bûn.

COLEMÊRG

Şaxa MEYA-DER'ê ya Şemzînanê jî bi heman armancê li gundê Şairtê li ser gorên gêrîlayên PKK'ê bernameya bîranînê pêk anîn. Di bernameya bîranînê de Wekilê Şaredarê Şemzînanê Rêveberên BDP'ê, xizm û malbatên gêrîlayên PKK'ê rêveberên KURDÎ-DER'ê, endamên Meclisa Jinê ya BDP'ê, endamên meclisa şaradariyê, melayên gundan, Xebatkarên Navenda Çandê ya Guldexwîn û Mala Jiyanê ya Jinê ya Şemzînanê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Di bernameyê de girsê ji bo gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ser gora pêşengê PKK'ê Ferhat Kurtay bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de Serokê BDP'a Qoserê Fettah Tekin, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, rêveberên MEYADER, KURDÎ-DER, endamên meclisa şaredariyê, meclisa bajar û gelek kesên din li Qada Azadiyê kom bûn heta Goristana Çeçen meşiyan û gora Ferhat Kurtay ziyaret kirin. Komê di meşê de wêneyên Kurtay, Zengin, Anyik û Oner bilind kirin û meşiyan. Komê bê na navber siloganên "Şehîd namirin" qîrkirin.