FARC’ê temenê mîlîtantiyê ji 15’an derxist 17’an
Tevgera gerîla ya Kolombiyayî, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku temenê wergirtina leşkeriyê ji 15’an derxistiye 17’an.

Daxuyanî li paytexta Kuba Havanayê ku ji sala 2012’an ve bi hikûmeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê li wir tên kirin hat dayîn.
Îvan Marquaz ê duyemîn kesê berpirs ê Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê got, "FARC ji niha û pê ve wê kesên ji 17 salî biçûktir negire nav yekîneyên gerîla.”
FARC’ê diyar kir ku dixwazin bilez peymana aştiyê pêk bînin. Marquaz di daxuyaniya ku da çapemeniyê de qebûl kir ku 15 sal in kesên ciwan digirin nav refê xwe.
Berpirsyarê FARC’ê di dewama axaftina xwe de got ku dewleta Kolombiya, hêzên artêşê û milîsên paramîlîter zarokan bi darê zorê dibin leşkeriyê.
Ev daxuyaniya FARC'ê li Roja Cîhanê ya li hember bi darê zorê wergirtina zarokan a leşkeriyê rast hat.