FAO: Li cîhanê hînê 795 mîlyon mirov birçî ne
Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) da xuyakirin ku hejmara mirovên birçî di nava 25 salên dawî de yek ji çar paran kêm bûye û cara yekemîn daketiye binê sînorê 800 mîlyonî.

FAO rapora xwe ya li ser ewlekariya xwedîkirinê ya cîhanê aşkera kir û da zanîn ku hînê 795 mîlyon mirov birçî ne.
Li gorî raporê, hejmara mirovên birçî di 10 salên dawî de bi 167 mîlyon kesî kêm bûye. Di navbera salên 1990 û 1992'an de hejmara mirovên birçî mîlyarek derbas kiribû. Hat ragihandin ku bi taybetî li Asya, Amerîka Latîn û Karabîkan pêşketin heye.
Li gel vê yekê yek ji çar parên nifûsa Afrîkayê, yanî ji sedî 23,2 hînê bi têrkerî nikare xwe xwedî bike.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku zêdeyî nîvê 129 welatên bi pêş ve diçin, yanî 72 welat di sala 2000'î de gihîştine armancên hezar salî yên li New Yorkê hatine diyarkirin.
Bi vê yekê re dihat xwestin ku di nava 15 salan de birçîbûn bi qasî nîvî kêm bibe. Rêxistina Xurekê da xuyakirin ku hin welatan bi rêjeyeke gelekî kêm, negihaştine armanca xwe.
FAO got, "Ji sala 1990'î û vir ve her çend nifûsa cîhanê bi 1,9 mîlyarî zêde bû jî, di deh salên dawî de hejmara mirovên birçî bi 167 mîlyonî kêm bû."
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di mijara dewamî û dema mercên pêşî li têkoşîna li hemberî birçîbûnê digirin hişyarî da û destnîşan kir ku karesatên xwezayî, pevçûn, guhertina avhewayê, krîzên malî û krîzên buhayan faktorên ku vê rewşê girantir dikin e.
FAO û saziyên din ên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî, der heqê welatên pevçûn lê hene de, hişyariya ewlekariya xwedîkirinê didin.
Rêxistinên Netweyên Yekbûyî rewşên li Sûriye, Iraq, Malî, Yemen, Afrîka Navîn, Komara Kongo ya Demokratîk û Sûdan a Başûr, bibîr dixînin.