Eyaleteke din a DYA cezayê îdamê rakir

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku cezayê îdamê li gelek eyaletan bicih tê anîn, eyaleta Nebraska bi awayekî fermî cezayê îdamê rakir. Nebraska bû eyaleta 19. a cezayê îdamê lê hatiye rakirin.

Di dengdayîna li Meclîsa Nebraska de li hemberî 19 dengên dijber, bi 30 dengan biryar hat dayîn cezayê îdamê bê rakirin. Li vê eyaletê, li şûna cezayê îdamê wê ji niha û pê ve cezayê ragirtina heta bi hetayê ku cezayê herî giran e, bicih were anîn.

Bi biryara meclîsa eyaletê re, Waliyê Komarger Peter Rîcketts ê cezayê îdamê diparêze, by pass bû. Rîcketts beriya dengdayînê bi hin malbatên mexdûr re derketibû pêşberî çapemeniyê û îdîa kiribû ku şêniyên Nebraskayê alîgirê cezayê îdamê ne.

Nebraska bû eyaleta 19. a DYA ya cezayê îdamê rakiriye. Li vê eyaletê ji sala 1997'an û vir ve cezayê îdamê bicih nayê anîn û hînê li girtîgehên eyaletê 11 mehkûmên îdamê hene. Bi vê biryarê re wê cezayê îdamê yê van mehkûman bibe cezayê ragirtina heta bi hetayê.

Li DYA ji sedî 80 ê cezayê îdamê li eyaletên Teksas, Mîssoûrî û Florîdayê bicih tên anîn.