‘Ev pêvajo bi saya Ocalan, gêrîla û gel destpê kir’
‘Ev pêvajo bi saya Ocalan, gêrîla û gel destpê kir’
‘Ev pêvajo bi saya Ocalan, gêrîla û gel destpê kir’
Li Farqînê 2'emîn bernameyên Rojên Çand û Hunêrê ya Serê Gulanê bi tevlîbûna hezar kesan bi konserekî bi dawî bû.
Li Farqîna Amedê 2'emîn bernameyên Rojên Çand û Hunêrê ya Serê Gulanê bi tevlibûna hezar kesan bi konserekî bi dawî bû. Konser li qada Azîzogluya taxa Mescîdê hat lidarxistin. Di konserê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokên BDP'a Farqînê Şîrîngul Dalkuş û Kerem Canpolat, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, enadmên MP’a BDP'ê Abdullah Kaya û Înan Kizilkaya, endamên Şaredariyê û bi hezaran kes di konserê de amed bûn.
Qada konserê bi alên PKK'ê û KCK'ê hatibû xemilandin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dehan kesî ve hatibû vekirin. Di konserê de dirûşmeyên wekî 'Bijî Serok Apo', 'PKK gele, gel li vire' hatin qîrîn. Di mîhrîcanê de Şaredar Fadil Erdede axivî û anî ziman ku,wana Serê Gulana îsal wekî mîhrîcanê pîroz kirine û wiha got: "Em dê her sal mîhrîcana xwe berfirehtir bikin."
Piştî Erdede Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û bi bîr xist ku, meha gulanê meha şehadeta Îbrahîm Kaypakkayan, Hakî Karer û Leyla Qasim e. Aydogan da zanîn ku, ewan li hemberî îşkenceyê berxwedanek mezin dane û wiha got: "Ez li hemberî we bejna xwe ji bo wan ditewînim."
Aydogan anî ziman ku, di pêvajoyek dîrokî hatiye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ji bo vê pêvajoyê got 'Çareseriya Demokratîk û pêvajoya aştiyê' pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane hatiye merheleyek dîrokî. Ger ku îro li Gireva Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewlet li ser mêzekî gihiştibin hev, sedema vê yekê, berxwadana kesên ku îro li vê qadêye. Ger ku gelê Kurd berxwedanek bêhempa neda û gerîlayan li serê çiyayan li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên asîmîlasyonê têkoşîn nedaba dê îro me behsa çareseriyê û aştiyê nekiriba. Ev pêvajo bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayan û gel hat destpêkirin.”
Aydogan bi lêv kir ku, divê piştî gav avêtina kurdan divê Tirkiye jî gavên demokrasiyê biavêje û wiha bi dawî kir: "Bi destpêkirina vê pêvajoyê dê hemû qedexekirinê antîdemokratîn ji holê rabe. Dê qanûna bi terorê re têkoşîn ji holê rabe." piştî axaftinan Koma Rewan, Koma Heftreng a Dep, Koroya Zarokan, Erol Berxwedan û Seyda Perîncek bi dorê derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.