Ev 17 roj in hay ji parêzer Mesûd Şemsnijad nîne

Ev 17 roj in hay ji parêzer Mesûd Şemsnijad nîne

Li Rojhilatê Kurdistanê, parêzerê Kurd Mesûd Şemisnijad di 9'ê Gulanê de ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê Ûrmiyê hat binçavkirin. Li dû lêpirsînê parêzer Şemisnijad veguhestin girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê.

Ji hingî ve haya kesî ji parêzerê mafên mirovan Mesûd Şemisnijad tineye. 

Hêjayî gotinê ye, parêzer Mesûd Şemisnijad jbi giranî parêzeriya girtiyên siyasî yên Kurd dikirin. Herî dawî jî parêzerê girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr bû.