Êrîşên Erebîstana Siûdî û tifaqên wê yên li hemberî Yemenê didomin

Erebîstana Siûdî bi 4 welatên korfezê re li Yemenê li dijî Husiyan operasyona dabûn destpêkirin, didome û li başûrê welat pevçûnên di navbera alîgirên serok ,dewlet Hadî û yên li dij wan de tên jiyîn. Di pevçûnan de herî kêm 18 kes mirin.

Erebîstana Siûdî bi 4 welatên korfezê re li Yemenê li dijî Husiyan operasyona dabûn destpêkirin, didome û li başûrê welat pevçûnên di navbera alîgirên serokdewlet Hadî û yên li dij wan de tên jiyîn. Di pevçûnan de herî kêm 18 kes mirin.

Li Yemenê Erebîstana Siûdî Erebîstan û tifaqên wê li dijî Hûsiyan êrîş dan destpêkirin. Li Başûrê Welat jî pevçûn didomin.

Li bajarê El Huta ya başûrê Yemenê, şervanên Komîteyên Gel û alîgirên serokdewlet Hadî de pevçûn tên jiyîn.

Tê gotin ku şervanên Komîteya Gel ketine bajarê El Huta.  Pevçûn li navenda  bajar didome.

Di vê navberê de êrîşên Erebîstana Siûdî vê sibehê dane destpêkirin jî didome.  Suudî Erebîstan bi 150 hezar leşker, 10 balafirê, Emîrtiyên Erebên Yekbûyî bi 30, Bahreyn û Kuveyt bi 15, Katar bi 10 balafirên şer tevlî koalîsyonê dibin.

Rayedarên Erebîstana Siûdî, gotin ku ligel cîranên Yemenê, Misir, Urdun, Sudan, Pakîstan û Fas jî bi wan re tevdigerin.

DYA’yê jî got ku li dijî El Qaîdeyê wê piştgiriya lojîstîk bikin.

Îranê piştî mudaxaleya duh li Yemenê hat destpêkirin daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.