Êrîşên çeteyên DAIŞ li Silopiyayê hatin şermezarkirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ li Silopiyayê hatin şermezarkirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê ku li ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re pêk tên ji aliyên rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên navçeya Silopiya ve bi meş û daxuyaniyê hatin şermezarkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê ku li ser Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re pêk tên, ji aliyên rêxistinên DBP’ê û HDP’ê ve bi meş û daxuyaniyê hatin şermezarkirin. Di nav de rêveber û hevserokên rêxistinên DBP’ê û HDP’ê, hevşaredarên bajarok û navçeya Silopiya, aktîvîstên DOKH’ê, endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Bajar jî hene bi hezaran welatiyên li ber avahiya DBP’ê kom bûn heya navenda bajar meşiyan. Di meşê de alên KCK’ê û PKK’ê posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û pankarta, “Bijî berxwedana Kobanê” hat vekirin. Her wiha dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê” , “Her der Kobanê, her der berxwedan” , “Bijî Serok Apo” , “Ocalan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Piştî girse heya navenda bajar meşiya careke din hat ber avahiya DBP’ê û ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê li gel ‘Çerxa Şoreşê’ deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP’ê Aycan Azma daxuyanî xwend û got ku AKP ev sê sal e tehamulî şoreşa Rojava nake û bi alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dixwaze destkeftiyên li Rojava têk bibe. Azma diyar kir ku berxwedana Kobanê ji bo mirovahiya hemû cîhanê weke berxwedana rûmetê ye. Azma di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Kobanê neketiye û wê ti carî nekeve.

Piştî daxuyaniyê welatî bi çepik û dirûşman belav bûn.