Êrîşên çeteyan ên ji sînorê Tirkiyeyê hatin paşvexistin
Êrîşên çeteyan ên ji sînorê Tirkiyeyê hatin paşvexistin
Êrîşên çeteyan ên ji sînorê Tirkiyeyê hatin paşvexistin
YPG’ê diyar kir ku çeteyên duh di saetên sibehê de ji sînorê Tirkiyeyê û ji eniya rojhilat ve êrîş kirin, hatine têkbirin, çeteyan windahiyên mezin dane. Di şer û pevçûnên 24 saetên dawî de 83 çete hatine kuştin, Taxa Botan a Rojhilat hatiye azadkirin, 3 tankên çeteyan di êrîşan de bi kar dianîn hatin rûxandin.
Navenda Ragihandina YPG’ê encamên şer û pevçûnên li Kobanê aşkera kir. YPG’ê diyar kir, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 76. de dewam dikin û got, “Çeteyên ku duh di saetên sibehê de ji sînorê Tirkiyeyê û ji eniya rojhilat ve êrîş kirin, hatine têkbirin. Şervanên me yên YPG/YPJ derbên giran li çeteyan dane û li eniya başûr jî operasyona herî berfireh a pêvajoya dagirkirina Kobanê pêk anîne. Hêzên me, komên çete heta herêma nexweşxaneyê ya li devera herî başûrê bajêr paşve xistine û di operasyona 24 saetan de Taxa Botan a Rohilat azad kirine.”
‘SÎNORÊ TIRKIYEYÊ BIKAR ANÎN Û ÊRÎŞ KIRIN’
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Komên çete duh di saetên sibehê de sînorê Tirkiyeyê bi kar anîne û li hemberî Deriyê Murşîtpinar û embarên genim ên TMO êrîş pêk anîne. Şerê ku piştî vê êrîşî destpê kir heta saetên şevê bênavber dewam kir. Komên çete li deriyê sînor bi panzêrek û du kesan, li herêma embarên genim jî bi wesayîtekê êrîşên întîxarî pêk anîne.”
Daxuyanî wiha didome, “Piştî van êrîşan, hêzên me li hemberî çeteyên ku li bakurê sînor êrîş pêk anîne dest bi mudaxeleyê kirine. Hêzên me heta saetên êvarê li nava sînorên Tirkiyeyê bi çeteyan re şer kirine û komên çete ji deriyê sînor û embarên genim pêl bi pêl hatine derxistin. Paşê jî, herêma pira li rojhilatê embarên genim ji çeteyan hatiye paqijkirin. Derdora 35 çeteyên ku ji ber operasyona şervanên me reviyan, li rojhilatê embarên genim qasî 2 kîlometre ber bi Tirkiyeyê ve çûn û paşê dîsa berê xwe dan Kobanê. Hêzên me piştî ku hemû çete ji herêmê paqij kirin û serweriya xwe li herêmê pêk anîn, saet di 01'ê şevê de dîsa vegeriyan nuqteyên xwe yên wezîfê yên li Kobanê.”
Li vê herêmê êrîşên çeteyan hatine têk birin û bi qasî ku hat tesbîtkirin 15 çete hatine kuştin. 5 keleşnîkofên çeteyan hatine desteserkirin. Termên 5 çeteyan di bin kontrola hêzên me de ne.
Di teqînên li deriyê Murşîtpinar û şerê li vê herêmê de 11 şervanên YPG, şervanekî Şemsî Şîmal, endamekî asayişê û 3 welatiyên sivîl şehîd ketine.
ENIYA TAXA BOTAN HATIN AZADKIRIN
Komên çete di heman wextê de li eniya rojhilat li herêma Sukul Hal, kolana şaredariyê û li meydana azadiyê ya li eniya başûrrojhilat dest bi êrîşan kirine. Li meydana azadiyê hewldana teqandina wesayîtek bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve vala hatiye derxistin. Di şerê li vê eniyê de bi qasî ku hat tesbîtkirin 12 çete hatin kuştin.
Bi operasyona hêzên me ya ku şeva 28'ê Mijdarê destpê kir û heta şeva 29'ê Mijdarê dewam kir de, bandora çeteyan a li eniya başûr hatiye şikandin û komên çete heta sînorên derve yên bajêr hatine dûrxistin. Hêzên me Taxa Botan a Rojhilat rizgar kirine û derbên mezin li çeteyan xistine. Çeteyan bi 2 wesayîtên bombebarkirî hewldana operasyona hêzên me vala derxin, lê belê ev hewldana wan vala hatiye derxistin. 3 Tankên ku çeteyan di êrîşan de bi kar dianîn hatine rûxandin. Dîsa şevê din li ser rêya Termik motorsîkletek tevî çeteyên li ser hatiye rûxandin.
Di tevahiya operasyonê de, li eniya başûr û Taxa Botan a Rojhilat bi qasî ku hatine tesbîtkirin 47 çete hatine kuştin, 3 çete jî hatine birîndarkirin. 5 keleşnîkofên çeteyan hatine desteserkirin.
Hêzên me li eniya rojava jî duh li gundê Izea, mezra Erbûş û Mimeta li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 9 çete hatine kuştin.
Di şer û operasyonên 24 saetên dawî de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin bi giştî 83 çete hatine kuştin.”