Endamê meclisa Şaredariya Êlihê hate girtin

Endamê meclisa Şaredariya Êlihê hate girtin

Piştî ku cezayê beriya vê ji aliyê Dadgeha Bilind ve derbarê endamê meclisa Şaredariya Êlihê Mehmet Acar de hatî dayîn hate erê kirin, Acar îro hate girtin.

Endamê meclisa Şaredariya Êlihê Mehmet Acar ku li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê dimîne, di demjimêrên sibehê de dema ku ji mala xwe derket, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Acarê ku birin Midûriyeta Polîsan ya Êlihê, piştî karûbarên fermî ew veguheste dozgeriyê. Acar ku li dozgeriyê îfade dan, ji ber cezayê ku ji dozek ya dihat darezandin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Girtî ya Êlihê.