"Emê di demeke kin de bi Ocalan re hevdîtinê bikin"
"Emê di demeke kin de bi Ocalan re hevdîtinê bikin"
"Emê di demeke kin de bi Ocalan re hevdîtinê bikin"
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku qonaxa destpêkê ya pêvajoya çareseriyê bi ser ketiye û di rewşa heyî pêwistî bi nirxandineke Ocalan a li ser vê qonaxê heye. Demîrtaş got, "Bi vê armancê emê di demeke kin de bi Ocalan re hevdîtinê bikin."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di serdana xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê de, li gel Stephan Fulle û Martîn Schullz, bi nûnerên navgînên peywirdar ên Yekitiya Ewrûpayê re hevdîtin pêk anî. Demîrtaş, li dû hevdîtinan li Nûçe TV'yê bersiv da pirsên li ser rojevê.
Demîrtaş di nirxandina xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê de bibîr xist, ku ev pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji sê qonaxan pêk tê û destnîşan kir, ku qonaxa yekemîn bi ser ketiye. Demîrtaş got, "Di vê qonaxê de KCK'ê û HPG'ê berpirsyariyên xwe bicih anînin, aliyê Kurd bi dîsîplîn û ciddiyekete mezin pêvajo meşandine. Hukûmetê heta niha gavên ciddî yên bersivdayînê neavêtiye, lê rewşa heyî jî zêde neyînî û gumanbar xuya nake."
Demîrtaş diyar kir ku pêwistî bi nirxandineke Ocalan a li qonaxa niha heye, lewma wan ji bo hevdîtinê serlêdan kirine û ev hevdîtina wan dikare di demeke kin de pêk were.
Demîrtaş ragihand ku şert û mercên Ocalan tê de ye, ji bo şopandina pêvajoyê têrker nîne û anî ziman, ku ne tenê bi heyeta BDP'ê re, divê Ocalan karibe bi rêxistinên civakî yên sivîl, komîsyonên hatine avakirin, akademîsyen û rojnamevanan re jî hevdîtinê bike. Demîrtaş da xuyakirin ku di qonaxa yekemîn de KCK'ê bi aqilmendiyeke xurt pêvajo meşandiye û vê yekê bandor li Enqerê jî kiriye.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku KCK'ê bandoreke erênî li pêvajoyê kiriye, lê ji aliyê AKP'ê ve dem bi dem daxuyanî û karên dikarin zerarê bidin pêvajoyê rû dane. Demîrtaş destnîşan kir ku divê hukûmet bi ziman û helwesta aştiyê tevbigere û got, "Rawestandina operasyonan wê bandoreke erênî li vekişîna gerîla bike. Dewamkirina xebatên komîsyona li parlamentê û mirovên aqilmend, erênî û girîng e."
DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ Û NÎQAŞÊN LI SER HILBIJARTINAN
Demîrtaş da xuyakirin, di pêvajoya heyî de divê AKP û dewlet rastiyan hîn baştir bibîne û hin rêzepakêtên reforman bicih bîne. Demîrtaş ji bo destûra bingehîn a nû ji xwest paqijiya rê were kirin, parlamento ji bo demek dirêj nekeve betlaneyê û pêvajoya çareseriyê ji hesabên hilbijartinan re neyê qurbankirin.
Demîrtaş mijara sê sindoqan a sala 2014'an nirxand û xwest, referandûma destûra bingehîn berî hilbijartinan were kirin. Demîrtaş da xuyakirin ku girînge referandûmên destûra bingehîn a nû demokratîkbûyînê destpêkê werin kirin û anî ziman, ku gumanên AKP'ê yên di vê derbarê de ne ji bo pêvajoyê lê ji bo hilbijartinane.
Demîrtaş di mijara destûra bingehîn de destnîşan kir, ku divê ji bo îfadekirina dewlemendiya gel, bawerî û çandên li Tirkiyê destpêkek were kirin û pêwîste bi temamî ji destûra bingehîn a 82'an dest jê were berdan. Demîrtaş diyar kir ku polîtîkayên CHP û MHP'ê yên di vî warî de, tên wateya parastina destûra bingehîn a 82'an.
KONFERANSA LI ENQERÊ
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, konferansa li Enqerê jî nirxand û ev şîrove kir:
"Bi dewlemendiya beşdarên xwe re, konferansek bi vî rengî yekemcar e li Tirkiyê tê lidarxistin. Derdorên gelekî cûda ji bo aştî û çareseriyê hatin cem hev. Ya duyemîn; ev konferans li ser banga birêz Ocalan hat lidarxistin. Ev nuqteyeke gelekî girîng e. Gava mirov van herdu nuqteyan tînin ber çavê xwe, konferans gelekî serketî ye. Ji niha û pê ve, divê mijarên di konferansê hatine nîqaşkirin, bi biryardarî werin şopandin û hewldanên rêxistinî yên hevpar werin kirin. Vê konferansê, ji bo bicihanîna erk û wezîfeyên pêvajoya çareseriyê, xwe weke yek ji berpirsyaran dît. Konferansek ku bal kişand ser aliyên demokratîkbûyînê yên pêvajoyê.
Her çar konferansên werin lidarxistin, navgîna herî girîng a siyasî ye di qonaxa duyemîn a demokratîkbûyîn, destûra bingehîn û çareseriya qanûnî de. Ev konferansên mijara gotinê, xwedî mîsyonek mezintirîn ji partiyane. Ji xwe partiya me bi tena serê xwe nekarîbû ev biser bixista. Ji bo vê tevgereke dorfireh a blokê pêwîst e.
Tê payîn konferansa li Amedê di 15-16'ê Gulanê de bê lidarxistin. Rêxistin û tevgerên Kurd wê werin gel hev û daxwaza xwe ji cîhanê re eşkere bikin. Di çarçoveya giraniya vê pêvajoyê de wê bi biryardarî daxwazên xwe destnîşan bikin. Yên ji partiyên din jî dikarin tevlî konferansê bibin û daxwazên Kurdan bînin ziman. Me hemû tevgerên siyasî vexwend. Yên tevlî konferansan nebin, wê li derveyî pêvajoyê bimînin.
CIVATA GIŞTÎ YA KNK'Ê
Ez Civata Giştî ya KNK'ê pîroz dikim. KNK ku di şert û mercên gelekî giran de xwe bi rêxistind ike û temsîliyeta Kurdan pêk tîne, bi awayekî serketî kongreya xwe lidar xist. Di mijara yekitiya netewî de qonaxeke girîng bû. Perspektîfên Birêz Ocalan ên di vê pêvajoyê de, bandor li her çar parçeyên Kurdistanê kirin. Kongreyeke xurt pêk hat. Ev kongre, ji bo Konferansa Netewî ya li Hewlêrê, nîşaneyeke girîng e. Peyama birêz Barzanî û tevlêbûna nûnerên YNK, Goran û rêxistinên din ên Kurdisatnî, gelekî girîng e. Daxwaza birêz Nêçirvan Barzanî ya ji bo azadiya Ocalan, rewşeke gelekî xweş û girîng e. Gava mirov vê atmosferê bi rewşa paşerojê re tînin beranberî hev, derdikeve holê ku di mijara Yekitiya Netewî de gelek pêşketinên mezin çê bûne.
Nûnerên siyasî yên Kurd, êdî dikarin di wêneyekî de li gel hev xuya bikin. Birêz Ocalan, Birêz Barzanî, Birêz Talabanî û lîderên din ên Kurd dema hatine bên gel hev.
DIVÊ ELEWÎ BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBIN
Elewiyan jî di kongreyên xwe yên dema dawî de lidarxistin, nîşan dan ku ew jî yek ji aktorên bingehîn ên pêvajoya çareseriyê ne. Elewiyên heta niha li dora CHP'ê diciviyan, divê êdî veqetin. Eger hêzên Çepgir ên Tirkiyê, Kurd û Elewî li ser bingeheke rast werin gel hev, wê hêza navendî ya siyasetê derkeve holê. Eger ev hêzên mijara gotinê li dora tevgerekê werin cem hev û bibin yek, wê AKP jî neçar bimîne guhertinan bike.