'Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê bersiva operasyonan bidin'

'Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê bersiva operasyonan bidin'

Meclîsa Ciwanên DBP'ê yên Navendî, pêla operasyonên qirkirina siyasî yên demên dawî de li ser ciwanan pêk tên şermezar kir. Li ser navê ciwanan Endama Meclîsa Ciwanên DBP'î yên Navendî Songul Aşila, got ku dê ew bi rihê berxwedana Kobanê bersiv bidin operasyonên qirkirina siyasî. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got ku bi van binçavkirin û girtinan siyaseta demokratîk pêk nayê.

Meclîsa Ciwanên DBP'ê yên Navendî, bi boneya êrîşên siyasî yên di demên dawî de li ser ciwanan û welatiyan zêde bûne şermazar bike û têkildarî mijarê li avahiya DBP'a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê DBP'ê Emîne Ayna, Alîkarê Hevserokê Giştî yên DBP'ê Huseyîn Koçuk û gelek endamên Meclîsa Ciwanên DBP'ê tevlî civîna çapemeniyê bûn. Li salona civîn hate lidarxistin de posterê Rêberê PKK Abdullah Ocalan û alên DBP'ê hatin daliqandin.

Li ser navê ciwanan Endama Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Navendî Songul Aşila daxuyanî xwend. Aşila, balkişand ser pêvajoya aşîtî û çereseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û got ku tevgera azadiya gelê kurd mîsyon û berpirsyara ket ser milê xwe hemû bi awayekî cidî pêk anîn. Aşila, da zanîn ku dewlet û hikûmeta AKP jî bi polîtîkayên mûjîlkiirnê nêzî pêvajoyê bû û got ku li şûna gav avêtinê ji bo berjewendiyên xwe yên hilbjiartinê tevgeriya.

'DI 6-8 COTMEHÊ DE HÊRSA LI HEMBER ALÎKARIYA AKP'Ê BÛ'

Aşila, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê alîgariya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst pir aşkera daye nîşandan û wiha got: "Bi van destekan hewlda ku şoreşa Rojava û destkeftiyên gelê kurd bifetîsîne. Çeteyên DAIŞ'ê yên li hember berxwedana YPG û YPJ'ê ya bêhempa têk çûn, Tirkiyê jî bi aşkera bi TIR'an alîkarî şand. Ji ber ku hikumeta AKP'ê destek da DAIŞ'ê, li ser vê yekê gelê kurd hate asta raperînê. Di 6-8'ê cotmehê de pêkhatina serhildanan temamî encama polîtîkaya durûtiyê bû. Hikûmeta AKP'ê bû sedemê qetilkirina gelek welatiyan û bi barbarî êrîşî çalakiyên demokratîk kir."

Aşila, destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê hêza xwe ne girt û bi lezgînî dest bi operasyonê siyasî kiriye û got ku di serî de li Amedê û li bajarên wek Êlih, Mûş, Agirî, Mêrdîn, Erzirom, Şirnex, Sêrt, Stenbol û li Îzmîrê û gelek bajarên Tirkiyê û Kurdîstanê gelek deveran operasyonên siyasî kiriye.

'EM Ê BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ BERSIVA OPERASYONAN BIDIN'

Aşila, diyar kir ku carek din hikûmeta AKP û dewleta Tirkiyê ji bo riyên demokratîk ên pêvajoyê bixitimîne bi hezaran ciwan û zarok binçavkirin û girtin û wiha pê de çû: "Bi taybetî pêla binçavkirinê bi avakirina Meclîsa Ciwanên me yên DBP'ê ve dest pê kir. Bi vî awayî rêhevalê me û endamê me Îbrahîm Karaman hate girtin. Ciwanên ku bingeha pêvajoya ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin û avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad de pêşengiyê dikin bi taybetî hedef tên girtin û dixwazin pêşiya xebatên me bigirin. Hikûmta AKP'ê dixwaze bi polîtikayên binçavkirin û girtinê dê bikeve pêşiya me. Lê belê dê wek her tim ev operasyon nikare me çavtirsandî bike û dê bibe sedemê xurtkirina têkoşîna me."

Aşila, bilêv kir ku dê li hemberî polîtîkayên qirkirina siyasî yên li Kurdîstan û Tirkiyê bi rihê berxwadan Kobanê bersiv bidin û banga rêxistinbûnê li tevahiya ciwanan kir.

AYNA, BERTEK NÎŞANÎ NÊZÎKATIYÊN HIKÛMETÊ DA

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî bal kişand ser birîndarkirina zarokê bi navê Mustafa Solmaz ê ku li navçeya Hênê ya Amedê di encama mudaxeleya polîsan de pêk hat û got ku siyaseta demokratîk bi binçavkirina ciwanan, birîndarkirina ciwan û zarokan nayê meşandin. Ayna, bertek nîşanî hikûmeta gavan navêje da û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê divê demildest gavan bavêje. Ayna axaftina xwe bi rexnekirina polîtîkayên hikûmetê yên operasyonên siyasî bi dawî kir.