‘Em dixwazin li dibistanan perwerde bi kurdî be’
‘Em dixwazin li dibistanan perwerde bi kurdî be’
‘Em dixwazin li dibistanan perwerde bi kurdî be’
Serokê Şaxa Egîtîm Sen'a Amedê Kasim Bîrtek, bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku piştî dewlet bûn serdest zimanê civakan û neteweyan têk çûn û pişaftinan dest pê kir. Bîrtek anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şansek gelek mezin daye wan û dixwazin êdî li dibistanan bi kurdî perwerehî bê destpêkirin.
Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber dibistana Yahya Kemal Bayatli ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Egîtîm Sena Amedê Kasim Bîrtek û gelek endamên Egîtîm Senê, mamosta û xwendekar amade bûn.
Mamoste û xwendekaran siloganên "Bê ziman jiyan nabe", "Ziman nîşaneya hebûna me ye, li hebûna xwe xwedî derkevin" hat qîrkirin. Serokê Egîtîm Senê Bîrtek diyar kir ku, 81 sal berê Celadet Elî Berdirxan li paytexta Sûriyeyê, li Şamê kovara Hawar di 15’ê Gulanê de derxist û wiha got: "Ev kovar bi tîpên latînî hatî nivisîn û bi tevahî 57 hejmar derketiye. Weşana vê kovarê heta sala 1943 yan berdewam kiriye . Ev roja ku kovara Hawarê dest bi çapê kiriye, 15'ê Gulanê, ji 2007 an vir ve weke cejna zimanê zikmakî kurdî tê pîrozkirin."
Bîrtek di daxuyaniyê de balkişand ser nirxbûna cejna zimanê kurdî û waha pêde çû: "Piştî ku netew dewlet bûn serdest; li ser ziman , bawerî, nasname û çanda gelan polîtîkayên bişaftinê hatin meşandin. Bi vî awayî hat xwestin ku ev gel bêne tunekirin. Li welatê me jî van polîtîkayên bişaftinê, not salin bi awayekî cûr be cûr li ser gel, civak û baweriyan tên meşandin. Bi sîstem perwerdeyê polîtîkayên bişaftinê tunekirinê didin meşandin."
Bîrtek balkişand ser pêvajoyê jî û wiha got: "Pêngava aşitiyê ku birêz Ocalan daye dest pêkirin derfetekî bê hempa derxistiye pêşiya me. Pêwiste em vê derfetê baş binirxînin. Em daxwaza mafên xwe yê rewa dikin, em di xwazin ku di dibistanan de perwerdeya bi zimanê kurdî bibînin, ji seratayî heta zanîngehê weke hemû netewan em jî di xwazin perwedeya zimanê zikmakî bibînin. Em van mafên xwe yên xwezayî dixwazin. Îro mamostên me li dibistana demjimêrek bi kurdî ders didin. Ev rewşekî pir başe. Îro demjimêr 18:00 de li ber mêvanxaneyê ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê em dê meşek li darbixin."