'Em bi ruhê berxwedana Kobanê bersiv bidin AKP'ê’
'Em bi ruhê berxwedana Kobanê bersiv bidin AKP'ê’
'Em bi ruhê berxwedana Kobanê bersiv bidin AKP'ê’
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li şûna alîgiriya aştî û çareseriyê, ketiye nav hewldanên hilbijartin û parastina berjewendiyên xwe yên polîtîk. Meclîsa Ciwanan bal kişand ku AKP’ê di serî de li hember ciwanan opersyonên qirkirina siyasî daye destpêkirin, bi operasyonan dixwaze mîsyona ciwanan a hêza rizgariya demokratîk û jiyana azad e asteng bike.
Meclîsa Ciwanan a Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmet ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj veşêre, bi awayekî hov êrîşî çalakiyên demokratîk dike û bûye sedema mirina gelek kesan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li her cihî jî di serî de li hember ciwanan operasyonên qirkirinê dane destpêkirin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Bi taybet piştî ku me Meclîsa Ciwanan a DBP’ê îlan kir, ev pêla girtin û binçavkirinan zêde bû. Li ser vê bingehê endamê meclîsa me ya ciwanan Îbrahîm Karaman û Mehmet Zekî Savun hatin girtin. Dixwazin vê mîsyona ciwanan a hêza avakirina bingehîn ya rizgariya demokratîk û jiyana azad a Rêbertiya me daye destpêkirin asteng bikin û nehêlin di siyaseta demokratîk de cih bigirin.”
Meclîsa Ciwanan a Navendî ya DBP’ê, diyar kir ku wê li hember van polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên qirêj û jirêderketî wê li her cihî berxwedana birûmet nîşan bidin û ev bang kir, "Divê tevayî gelê me jî li hember vê siyaseta qirêj a AKP’ê bi ruhê berxwedana Kobanê bersiv bide.”