Elmanya di sala 2014’an de 22 hezar penaber derveyî sînor kir
Derket holê ku Elmanyayê di sala 2014’an de 22 hezar penaber derveyî sînor kiriye.
Derket holê ku Elmanyayê di sala 2014’an de 22 hezar penaber derveyî sînor kiriye.
Derket holê ku Elmanyayê di sala 2014’an de 22 hezar penaber derveyî sînor kiriye.
Wzareta Karên Hundir, diyar kir ku ji 22 hezar penaberên xwe spartine welatê wan 17 hezar yekser hatine, ji 4 hezarî zêdetir jî ji ber berê li welatekî din ê Ewropayê serlêdana penabertiyê kirine hatine dersînorkirin.
DANEYÊN WEZARETÊ
Li Elmanyayê di salên dawî de ku dijmintiya li hember biyaniyan û “fobiya penaberan” zêde bûye, hat dîtin ku hejmara penaberên hatine dersînorkirin zêde bûne. Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke ku têkildarî bûyerên dersînorkirinê pêşniyarpirsek da, Wezareta Karên Hundir bersiv da pêşnûmepirsê û daneyên sala 2014’an aşkera kir.
Wezaretê da xuyakirin ku di tevahiya salê de 17.463 kes hatine dersînorkirin. 4 hezar kes jî ji ber berê ji bo penabertiyê li welatekî din ê Ewropayê serlêdan kirine hatine dersînorkirin. Ji van penaberan ji sedî 28 temenê wan biçûk e.
Hat zanîn ku di sala 2013’an de penabertiyên hatine dersînorkirin jî nêzî 22 hezarî ne.
'CIVAK TÊ SORKIRIN'
Parlamenter Jelpke polîtîkaya dewletê ya dersînorkirinê rexne kir, bal kişandin ku li aliyekî penaber tên dersînorkirin û li aliyê din civak li hember penaberan tê sorkirin. Jelpke ya berdevka karên hundir a Partiya Çep e, diyar kir ku li girtîgehan li hember penaberan pêkanînên sûcdariyê tên kirin û xwest di qanûnên têkildarî penaberan de sererastkirin çêbibin.