Elî Çiçek li ser gora xwe hat bibîr anîn
Elî Çiçek li ser gora xwe hat bibîr anîn
Elî Çiçek li ser gora xwe hat bibîr anîn
Hewildana 78'an a Amedê piştî li ber Girtigeha Amed çalaki pêk anîn gora Alî Çîçek yê li Zindana Amedê li dijî zilm û îşkenceyê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da ziyaket kirin. Malbatên Mazlûm Dogan, Alî Çiçek, Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay jî gora Elî.Çîçek ziyaret kirin û dua xwendin.
Hewildana 78'an a Amedê ji bo gêrîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne û geşedanên dawî binirxîne, li ber Girtîgeha Tipa E ya Amede daxuyanî da çapemeniyê. Hewildana 78'an û malbatên gêrîlayê PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane ku ji malbatên PKK'ê Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Ferhat Kurtay û bi dehan malbatên din pêk tê piştî daxuyaniyê avahiya KCD'ê ziyaret kirin.
Komê piştî ziyareta KCD'ê çûn gora Elî Çîçek ziyaret kirin. Di ziyaretê de nûnerên ÎHD, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-DER), MEYA-DER, Tum Bel-Sen'ê jî amade bûn. Komê li ser gora Elî Çîçek ku di sala 1982'an de li Zindana Amedê li dijî işkence û zilma li ser girtiyan ket Rojiya Mirinê û jiyana xwe ji dest da li goristana Yenîkoyê ya Amede ziyaret kir. Komê li ser gora Çîçek rêz girt û dua kirin. Li ser navê komê Serokê Hewldana 78'an a Amedê Ganî Alkan axivî û wiha got:
"Hevalê Elî bila dilê te rehet be. Piştî te li ser çiyayê Kurdistanê bi hezaran gul û kulîlkên reng bi rengî vebûn. Li gel me malbatên hevalên ku li gel te şehîd ketin jî bi me re ne. Em niha xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ev bi xêra te û hemû hevalên di reça de te meşiyan û şehîd ketine ye.
Xwişka Elî Çiçek Ayşe Çiçek, jî diyar kir ku ew bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewîne û hêsir barandin.
Serdan bi duayan dawî bû.