DYA'yê ji bo 'kîmyasalê' rejîma Sûriyeyê hişyar kir!

Şêwirmendê serokê DYA'yê Donald Trûmp ê Ewlehiya Neteweyî John Bolton, rejîma Sûriyeyê hişyar kir û got, heke li Îdlibê kîmyasalê bi kar bîne wê 'bersiveke gelekî tund' bidin. 

John Bolton, li Qudsê ji çapemeniyê re axivî û got, "Hêvîdar in ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) bandor li sekinandina êrîşên rejîma Sûriyeyê kiribe."

Bolton, di derbarê kîmyasalê de rejîma Sûriyeyê eşkere hişyar kir û got, "Heke rejîma Sûriyeyê kîmyasalê bi kar bîne, wê bersiva me gelekî tund be."

Bolton di dewama axaftina xwe de got, "Beriya biryarekê bidin divê baş li ser bifikirin."