Duyemîn koma pêşmergeyan di rêya Kobanê de ye

Duyemîn koma pêşmergeyan di rêya Kobanê de ye

Duyemîn Koma pêşmergeyan a ji 150 kesî ya ji Pirsûsê ber bi Kobanê ve ket rê.

Duyemîn koma pêşmergeyan a ji 150 kesan ku ji aliyê Rêveberiya Kurd a Herêmî ya Bakurê Iraqê ve ji bo piştgiriya ji YPG’ê re hat şandin, bi balafirê li Balafirgeha Riha daket. Pêşmerge paşê bi 7 mîdîbus, 2 mînîbus û wesayîteke eskort ber bi Pirsûsê ve çûn. Konvoya ku hat Pirsûsê demeke kurt ku li ber Depoya Çukobîrlîkê rawestiya ji ser rêya diçe Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ber bi Kobanê ve ketin rê.

Rojnamevanên ku xwestin çûna konvoyê bişopînin, bi bendên ku li ber Depoya Çukorbîrlîkê hatin danîn, hatin astengkirin.

Hatibû ragihandin ku ji her 45 rojan carekê wê komên pêşmergeyan ên li Kobanê bên guhertin. Piştî 40 rojan koma duyemîn a pêşmergeyan çûn Kobanê.