Duyemîn hêza pêşmergeyan gihişt Kobanê
Duyemîn hêza pêşmergeyan gihişt Kobanê
Duyemîn hêza pêşmergeyan gihişt Kobanê
Duyemîn hêza pêşmergeyan a ji 150 kesî ji bo piştgiriyê bide hêzên YPG/YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ şer dikin hat şandin, gihişt cihê xwe.
Duyemîn hêza pêşmergeyan a ji Başûrê Kurdistanê ket rê, gihişt cem pêşmergeyên li Kobanê. Duyemîn koma pêşmergeyan a duh bi rêya hewayî ji Hewlêr ket rê, danê êvarî li Balafirgeha Riha daketibû û ji vir ber bi Pirsûsê ve ketibû rê.
Pêşmergeyên demekê bi şev demekê li ber Depoya Çukobîrlîk sekinîn paşê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re derbasî Kobanê bûn. Pêşmerge gihiştin cem yekîneyên pêşmergeyan ên berê li Kobanê bûn.
HATIBÛ RAGIHANDIN KU JI HER 45 ROJAN CAREKÊ WÊ BÊ GUHERTIN
Bi armanca tevlî parastina Kobanê bibin, di 30’ê Cotmehê bi awayekî du koman yekîneyên pêşmergeyan hatibûn. Pêşmerge bi awayekî dorveger li Kobanê ne. Çavlirê re yekîneyên berê wezîfeyên xwe dewrî yekîneyên nû bikin û ji Kobanê veqetin.