Du roj in Xilloyê panzer pê lê kir nayê emeliyatkirin

Du roj in Xilloyê panzer pê lê kir nayê emeliyatkirin

Ciwanê ji Kobanê Eso Salih Xillo ku du roj berê li ser sînorê Kobanê panzera leşkerên Tirk pê lê kir, heta niha nehatiye emeliyatkirin. Li gel ku di pişt, ser û lingên wî de şkestin hene, nayê emeliyatkirin.

Du rojê berê li nêzî gundê Boydê yê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê panzera leşkerên Tirk pê li ciwanê bi navê Eso Salih Xillo yê ji Kobanê bû kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştre jî ji wir birin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Her çendî di ser, pişt û lingên Xillo de şkestin hene, ev du roj in tê rawestandin û nayê emeliyatkirin.

'LI ALIYEKÊ TIRKIYE LI ALIYEKÊ DAIŞ’

Kekê Xillo, Teyyar Xillo da zanîn ku divê birayê wî bi awayekî lezgîn bê emeliyatkirin, her çendî ev du roj in tê rawestandin heta niha nehatiye emeliyatkirin. Teyyar Xillo got: “Heta niha ti derman jî nedan birayê min. Birînên wî nayên dermankirin. Birayê min niha di nava êş û janan de ye. Ti rayedarek bi me re eleqedar nabin. Li aliyê din DAIŞ, li vî alî  jî Tirkiye lê dixe. Yên ku namirin jî bi mirinê re rû bi rû têne hiştin."

Doktoran jî heta niha têkildarî emeliyatnekirina Xillo ti agahiyek nedane.