Dozgerê Marsîlya yê Fransayê Brice Rubin têkildarî qezaya balafirê ya ku rojek berê li çiyayên Alpan ên Fransayê pêk hat , di encamê de 150 kes mirin, daxuyaniyek da û diyar kir pîlotê alîkar bi zanebûn balafir xistiye.
Li gorî dozgerê Fransî Rubin, pîlotê alîkarê Elman Andreas Lubitz nehiştiye koda deriyê kokpît vedikeve bikevinê û pê li dugmeya ku dihêle balafir winda bibe kiriye.
Rubin got: “Li gorî tomarên deng ên li kokpîtê, piştî pîlotê kaptan ji cihê kokpîtê derketiye, pîlotê alîkarê tenê peyvekê jî nabêje. Li Kokpîteyê bêdengiyek heye.”
Dozger da zanîn ku ew nizanine bê çima pîlotê alîkar xwestiye balafirê bixe û heta niha ew li rastî ti agahiyên têkiliya wî bi rêxistineke terorê re piştrast dikin nehatine.
Dozgerê Fransî got: “Ti tiştek ku gumana êrîşa terorê bi xwe re bîne, tine ye.” Dozger bersiva pirsa “Gelo wê ev yek weke êrîşeke xwekujiyê were hesibandin an na?” û got: “Mirov her tim bi tenê xwe dikujin, ez nikarin ji vê re bêjim xwekujî.”
Wezîrê Navxweyî yê Elmanya Thomas de Maiziere jî ragihand ku heta niha pîlotê alîkar bi ti awayî tevlî ti çalakiyên terorê nebûye.
Şîrketa Elman Germanwings ku xwediyê balafira ku li Fransayê ketiye, da zanîn ku ew li hemberî daxuyaniya dozger Rubin matmayî bûne.