'Dozger wekî pisîkan sergo li hev dixe û delîlan kom dike'

'Dozger wekî pisîkan sergo li hev dixe û delîlan kom dike'

Rûniştina 98 girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku wekî "Qirkirina siyasî" tê zanîn, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran berdewam kir. Di rûniştina îro de delîlên di derbarê siyasetmedar Alîcan Onlu de hatin xwendin.

Di rûniştinê de Prz. Feride Laçin diyar kir ku, polîs wekî pisîkan di nava sergoyan de gemarê li hev dixe û delîlan kom dike.

Rûniştina doza "Qirkirina Siyasî" ku di nav de parlamenter siysasetmedar û rojnameger jî heye 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amede berdewam kir. Îro delîlên derbarê Rêveberê DTP'ê û endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DTP'ê Alican Onlu de hatin xwendin. Di xwendina delîlande agahiyên ku ji bo buroya xebatê ya Komisyona Ekolojîk u Rêveberiyên Herêmî hatibû komkirin û Onlu guhdarên holê de hatibûn komkirin hatin xwendin. Siyasetmedar Alican Onlu îdiayên derbarê xwe de red kirin û diyar kirin ku, tu rastiya wan tune. Parêzer Feride Laçin jî diyar kir ku, polîs wekî pisîkan di nava sergoyan de gemarê li hev dixe û delîlan kom dike.

Laçîn anî ziman ku, muwekilê wê di nava rêxistinên DEP, HADEP, DEHAP, DTP'ê de cih girtiye û her tim bi nasnameya xwe ya siyasetmedariyê tev geriya ye. Dozger bûye wekî pisîkan û di nava sergoyan de çopê kom dike. Polîs ji di nava çopan de hemû kaxizên ku bûne peloş li hevkom dike û dike delîl û nîşan dide.

Laçin anî ziman ku hemû delîl nakokin û tu rastiya wan tune.

Rûniştin piştî xwendina delîlan û parastinê taloqî 30'ê Gulanê hat kirin.