Dozger cenazeyê gerîlayê HPG'ê wenda kir

Dozger cenazeyê gerîlayê HPG'ê wenda kir

Welatiyên gundê Xûrtîs ê navçeya Westanê dema cot dikirin cenazeyekî cilên gerîla li ser dîtibûn û li cihekî definkirin. Li ser vê yêk bi fermana Dozgerê Komarê yê Westanê cenaze ji wir hate girtin. Nayê zanîn ku cenaze birin ku derê.

Welatiyên gundên Xûrtîsê yên navçeya Westanê ya Wanê dema li gund li zeviyê cot dikirin cenazeyê gerîlayê HPG'ê yê bi navê kod Serhat Ixdir yê di sala 1997'an li gundê Geliyê Karkarê yê navçeya Westanê ya Wanê tevlî PKK'ê bû û salek şunda di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî dîtin û li cihekî din definkiribûn. Piştî hefteyek şunda Dozgerê Komarê yê Westanê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de bi fermandariya dozgeriyê leşkerên qereqolê hatin cenazeyê gerîlayê HPG'ê ji cih derxistin û nivîsan li ser gorê ya "Şehîd" jî jêbirin. Cenazeyê ji aliyê dozgeriyê ve hate derxistin birin kuderê û dê çi bikin tu agahiyê nehatin girtin. Dema leşkeran cenaze girtin tu kes bi xwe re nebirin. 

Me xwest ku çima cenaze hate derxistin û birin ku derê bi Dozgerê Westanê re hevdîtinê bikin lê dozger daxwaza me red kir.