'Doza KCK'ê ya Amedê didome

'Doza KCK'ê ya Amedê didome

Rûniştina 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di bin navê operasyona "KCK"ê de dest pê kir li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam dike. Di rûniştina îro de delîlên der barê Cîgirê Hevserokên DTP'ê yê berê Bayram Altun, de hatin xwendin. Di îdîanameyê de di ser îfadeya şahidê nepen ê bi navê "X" Bayram bi endamê Konseya KCK'ê Sabrî Ok re hevdîtin kiriye û ferman ji wî girtiye. Bayram, anî ziman ku dema ew çû Ewropayê bi Sabrî Ok re hevdîtin nekir û ger ku hevdîtin kiribe jî gavên dijzagonî nekiriye û wiha got: "Sabrî Ok xebatkarê me yê partiyê ye. Bi qasî vê yekê tiştekî rewa û xweza tune." 

Rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurt tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Parlamenterên BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş, Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî di navde 33 kes amade bûn. Di rûniştina îro de delîlên der barê Cîgirê Hevserokê Giştî yê DTP'e yê Bayram Altun de hatin xwendin. Cîgirê Serokê Giştî yê DTP'ê endamê Komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojî yê DTP'ê Bayram Altun parastin bi zimanê zikmakî bi kurdî kir. 
Di delîlan de hemû telefonên der barê Altun de yek bi yek hatin xwendin. Hevdîtinên ku Altin bi endama Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk Çimen Işik re kiriye xwend. Di telefonêde pirsa di dema Serokwezîr Erdogan hat Amedê û polîsan di mudaxaleya civakê de bombeyen gazên bikar anî gotina Bayram a ji bo Işik "Tu ketiye bin bandora gazê ya na" pirsî û wekî sûc hat dîtin. Altun, bertek nîşanî vê yekê da û got "Em di heman komîsyonê de xebatê dikin. Ger ku ez pirsa wê bikim kîder vê yekê dibe sûc. Li Kurdistanê kesen ku bombeyên gazê nexwaribin nemaye bawerim."

Di berdewama îdîanameyê de di ser îfadeya şahidê nepen ê bi navê "X" Bayram bi endamê Konseya KCK'ê Sabrî Ok re hevdîtin kiriye û ferman ji wî girtiye. Bayram, anî ziman ku dema ew çû Ewropayê bi Sabrî Ok re hevdîtin nekir û ger ku hevdîtin kiribe jî gavên dijzagonî nekiriye û wiha got: "Sabrî Ok xebatkarê me yê partiyê ye. Bi qasî vê yekê tiştekî rewa û xweza tune." Altun, anî ziman ku demekê Sabrî Ok şêwirmendê Navenda Giştî yê DTP'ê bû û ligel Ok bi hevre di girtîgehê de man. Altun, anî ziman ku piraniya telefonên wî li ser hilbijartinê hatin kirin û ji ber di Komîsyona Hilbijartinê ya DTP'ê de cih girtiye hemû axaftinên wî li ser hilbijartinê ye. Altun, da zanîn ku dozger axaftinên wî yên telefonê tev berovajî kiriye û dane. 

Heyetê pişti xwendina îdianameyê pirsa biryara "Partiya Sîwan" ji ku girtine pirsî. Dadger pirsa ev biryar li Qandîlê an li Tirkiyeyê hat girtin pirsî. Altun jî anî ziman ku li Tirkiyeyê bi gelek partî û saziyên çepgir ke civîn pêk anîn û bi hevre ev biryar girtin. Rûniştina dozê berdewam dike.