Doza "KCK" bi parastina Altûn dewam dike
Doza "KCK" bi parastina Altûn dewam dike
Doza "KCK" bi parastina Altûn dewam dike
Rûniştina doza 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di navde parlamenter, şaredar û rojnameger jî hene li 6'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam dike. Di rûniştina îro ya doza KCK'ê ku wekî "Doza Qirkrina siyasî" jî tê binavkirin Cîgirê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Bayram Altun, li ser navê 9 kesan parastina "Siyaseta Demokratîk û Civaka Demokratîk" ku ji 25 rûpelan pêk tê amade kir. Altun, anî ziman ku di îdîanameyê de Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê nehatiye dîtin û li şûna wê 'Komîsyona KCK'ê" hatiye bicih kirin. Altun, anî ziman ku ger wekî tê îdîakirin ev komîsyona KCK'ê ya Meclisa Tirkiyeyê be, wê demê Komîsyona DTP'ê li ku ye.
Rûniştina doza "Qirkirina siyasî" ya ku di navde parlamenter, şaredar, rêveberên BDP'ê, rojnameger û parazvanên mafên mirovan jî hene 98 jê girtî 175 siyasetmedar tên darizandin li 6'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş, Siyasetmedarê Kurd Hatip Dicle, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Muharrem Erbey jî di navde 40 jê girtî û 2 jê serbest 42 siyasetmear amade bûn. Di rûniştinê de tercûman û malbat, parêzer û Parlamentera berê ya Ewropayê Feleknas Uca jî doz şopandin. Rûniştinê dîsa bi xwendina îdîanameya der barê Cîgirê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Bayram Altun, de de berdewam kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DTP'ê Bayram Altun, bi kurdî paratin kir û li ser navê 9 kesan parastina "Siyaseta Demokratîk û Civaka Demokratîk" ku ji 25 rûpelan pêk tê amade kir. Altun, anî ziman ku di îdîanameyê de Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê nehatiye dîtin û li şûna wê 'Komîsyona KCK'ê" hatiye bicih kirin. Altun, anî ziman ku ger wekî tê îdîakirin ev komîsyona KCK'ê ya Meclisa Tirkiyeyê be, wê demê Komîsyona DTP'ê li ku ye. Altun, anî ziman ku divê dewlet, hikûmet û siyaset di nava hevparî û ahengsaziyekê de be û wiha got: "Mevzuata hiqûqî ya nûnertiya Statukoyê dike sînorê siyasetê diyar dike. Ev mevzûata hiqûqa paşverû û kevneperest rê li pêş demokrasiye digire. Bi xwe re kaosê tîne. Baş tê zanîn ku li Tirkiyeyê bîrdoziya fermî li ser înkar û îmhaya kurdan hatiye avakirin. Niha jî ev îdîanameya ku hatiye amadekirin li ser vê hişmenî û kevneperetiyê hatiye amedekirin. Li ser înkara kurdan û dijdemokratîkbûnê hatiye avakirin. Dewleta dijdemokratîk û kevneperest esas digire. Ji ber vê yekê hemû gavên demokratîk ji bo wê nayên qebûlkirin. Li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê ev sekna Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Rêveberiyên herêmî şertê yekem ê ketina Yekîtiya Ewropayê ye. Li ser vê bingehê me ev proje amade kiriye û me di rêziknameya partiya xwe de bi cih kiriye. Dîsa şertê xweseriyê daxwaza YE'ê ye. Em werî partiyê li gorî ruhê peymanê tev digerin."
Altun, da zanîn ku dozger zêde bi ser Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya DTP'ê de hatiye û wiha berdewam kir: "Em sedema nêzîkatiya dozger fam dikin. Ji ber ku dozger li gorî feraseta navendî tev geriya ye. Dozger di nava 250 siyasetmedaran de ji 11 siyasetmedaran cezayê giran ê muebetê dixwaze. 6 kes ji vana di nava komîsyonêde cih digiren. Bi dozya KCK'ê dixwaze siyaseta kurd tar û mar bike û naveroka xebata wan vala derxe. Dixwazin siyaset û xebata partiya me darizînin. Rêveberiyên Herêmî piyê bingehîn yên DTP'ê ne. DTP xwe naspêre navenda dewletê û li ser rêveberiya herêmî û civakê xwe pêş dixe. DTP ji aliyê gel ve hat avakirin û divê hêza xwe ji gel bistîne. Lê dozger di îdîanameyê de rastiya rêziknameya DTP'ê nedîtiye û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a DTP'ê nedîtiye. Wekî 'Komîsyona KCK'ê" nîşan daye. Ger ku em endamê Komîsyona TM'ê ya KCK'ê bin wê demê, Komîsyona DTP'e li kuye.
Pişti navbera nîvro dê rûniştin bi parastina Altun berdewam bike.