Dorpêça polîsan a Zanîngeha Harranê berdewam dike
Dorpêça polîsan a Zanîngeha Harranê berdewam dike
Dorpêça polîsan a Zanîngeha Harranê berdewam dike
Rageşiya şevê din li Zanîngeha Harranê ya Rihayê destpê kir dom dike û di nava kampusa zanîngehê de dorpêça polîsan berdewame û polîs kontrola nasnameyan dike.
Piştî şerê duh li Kampusa Osmanbey a Zanîngeha Harranê ya Rihayê di navbera xwendekarên welatparêz û xwendekarên din de pêk hat polîsan kampusa zanîngehê dorpêç kir û dorpêça polîsan berdewam dike. Ketina zanîngehê ji bi TOMA, tîmên taybet, polîsên çewîk û sivîl tê girtin û polîs otobusên xwendekaran radiwestîne û kontrola nasnameyan dike û ji GBT'ê re derbaz dike.
Li aliyê din 200 xwendekarên li ber Fen Edebiyatê hatin cem hev ji aliyê polîsên sivîl ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin belav bibin. Xwendekaran diyar kir ku polîsan ji wan re got, "Di dest me de lîste heye. Yên em binçav bikin hene" Li aliyê din heyeta ji BDP, CHP, ÎHD û parêzeran pêk tê piştî saetek şunda ji bo bi xwendekaran re hevdîtinê bikin hilgirtin kampusê.