Donbassê bangek mîna ultumatonê li Kîevê kir
Komarên Gel ên Donetsk û Lûganskê ji rêveberiya Kîevê xwestin, ku herêmên statuya taybet bide wan, di nava 3 rojan de diyar bike.
Komarên Gel ên Donetsk û Lûganskê ji rêveberiya Kîevê xwestin, ku herêmên statuya taybet bide wan, di nava 3 rojan de diyar bike.
Komarên Gel ên Donetsk û Lûganskê ji rêveberiya Kîevê xwestin, ku herêmên statuya taybet bide wan, di nava 3 rojan de diyar bike.
Rayedarê Koma Danûstaniyê ya Donetsk a bi Ûkraynayê re Denîs Pûşîlîn ji ajansa nûçeyan a Interfaxê re axivî û diyar kir ku di çarçoveya peymana Mînsk de biryarnameya li ser herêmên li Donbassê statuya taybet were dayîn, di nava 3 rojan de ji aliyê Parlamenta Ûkraynayê ve were qebûlkirin.
'PARLAMENT QEBÛL NEKE, MÎNSK NAKEVE MERIYETÊ'
Pûşîlîn da xuyakirin ku eger biryarname di dema hatiye diyarkirin de neyê qebûlkirin, ne pêkane ku xalên din ên di peymanê de bi cih werin anîn.
Rayedarê Koma Danûstaniyê ya Komara Gel a Lûgansk bi Ûkraynayê re Vladîslav Deynego jî destnîşan kir ku eger Parlamenta Ukraynayê biryarnameyê qebûl neke, ev yek wê were wateya xerabûna Peymana Mînskê.
Deynego diyar kir ku artêşa Ûkraynayê duh gule li Şîrokîno reşandiye û peyman binpê kiriye.
KÎ DONBASSÊ TEMSÎL DIKE
Serokê Meclîsa Ûkraynayê Vladîmîr Groysman jî diyar kir ku ji bo muzakereyên li ser guhertinên di destûra bingehîn de divê werin kirin, ew dikarin bi rêveberên bajarên Donetsk û Lûgansk ên di sala 2010'an de hatine hilbijartin re rûnên.
Nûnerê Donetskê Pûşîlîn jî hişyarî da Groysman ku gotinên xwe baştir hilbijêre. Rayedarê Donetskî got, "Eger em li gorî gotinên Groysman tevbigerin, divê em jî bêjin ku lîderê ji kar hat dûrxistin ê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîç ji Serokdewletê heyî Pyotr Poroşenko bêhtir rewa ye."