DOKH li Colemêrgê 'Konê Aştiyê' vedide

DOKH li Colemêrgê 'Konê Aştiyê' vedide

Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) a Colemêrgê ji bo vekişandina gêrîlayên HPG'ê bi şopîne dê 'Konê Aştiyê' vede.

Hevparên DOKH'ê yên Colemêrgê, ji bo pêvajoya vekişîna gêrîlayên HPG'ê bi şopîne dê sibe di seetên sibe de li taxa Sumbul a Colemêrgê 'Konê Aştiyê' vede. Di derbarê vekirina 'konê aştiyê de, Aktîvîstên DOKH'ê li avahiya BDP'a Colemêrgê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de aktîvîsta DOKH'ê Hatîce Demîr axivî û diyar kir ku, ew biryara meşa azadiyê ya ku hêzên HPG'ê û YJA Star di 8'ê Gulanê de dayîn silav dikin. Demîr anî ziman ku, ev berpirsyartiya ku li gorî stratejiya rizgariya demokratîk a gerîla daye ser milê xwe, divê hikûmet jî êdî berpirsyartiya xwe bine cih û gavên şênber bavêje."

Demîr da zanîn ku, ji bo ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe, divê pirsgirêka Kurd bi normên çareseriya demokratîk cihê xwe di makeqanûnê de bigre û wiha got: "Ji ber vê divê ev gav bên avêtin. Di destpêkê de divê ji bo tendirûstî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û merc bên sererast kirin, nasnameya gelê Kurd bi rêyên qanûnî bê naskirin, mafê zimanê kurdî bê dayîn û pergala cerdevaniyê bê rakirin, TMK'ê bê rakirin, girtiyên siyasî serbest bên berdan, qanûna hibijartinê bê guherin û pêvajoya demokratîkbûnê bi lez bi encam bibe."

Demîr destnîşan kir ku, divê hemû jin mudaxilê pêvajoyê bên kirin û wiha bi dawî kir: "Serkeftina meşa çareşeriya demokratîk û avakirina çareseriya demokratîk, dê ji bo hemû rêxistinên jinên Tirkiyeyê û bilind kirina hêza demokrasiyê bi têkoşîna demokrasiyê re pêkan be. Bi vê boneyê em bang li raya giştî û hemû rêxistinên jinan dikin ku xwedî li pêvajoyê derbikin û baş bişopînin. Di çareseriya demokratîk de gel, jin, hêzên demokratî, tevgerên bawermend û tevgera ciwanan dê serbikevin."