Dîwana Edaletê: Yên fitne û tevlihevî kirine wê bêne darizandin
Dîwana Edaletê: Yên fitne û tevlihevî kirine wê bêne darizandin
Dîwana Edaletê: Yên fitne û tevlihevî kirine wê bêne darizandin
Dîwana Adaletê li Rojavayê Kudistanê di derbarê bûyerên li bajarê Amûdê rû dane û diyardeya çandin û bazirganiya narkotîkê, jibo raya giştî û gelê Rojavayê Kurdistanê du daxiyaniyên nivîskî weşandin.
Di derbarê bûyerên ku roja 27'ê hezêranê li bajarê Aûdê rû dane, her wiha di derbarê diyardeya çandin û bazirganiya narkotîkê de, Dîwana Adaletê li Rojavayê Kudistanê jibo raya giştî û gelê Rojavayê Kurdistanê du daxiyaniyekî nivîskî weşandin. Dîwana Edaletê diyar ku çi kesên destê wan di nava fitne û tevliheviyê de hebe wê di dadgehên vekirî û eşkere de bêne darizandin, Dîwanê di derbarê çandin û bazirganiya narkotîkê de jî hin biryar girtin.
“Yên fitne û tevlihevî kirine wê di dadgehên vekirî û eşkere de bêne darizandin”
Dîwana Edaletê di daxwiyaniya xwe de diyar dike ku Rojavayê Kurdistanê demên dîrokî û hestyar derbas dike, di pêngava du salan de, encama gelek fedrkariyan, gelek destkeftî bi dest xistine û gelek saziyên sivîl û yên ewlekariyê jî hatine avakirin. Di pêvajoyeke wiha hestiyar de gelek şaşîtî û kêmasî jî rû didin, ne destkeftî û ne jî kêmasî yên aliyekî yan jî yê partiyekê ne. Ew deskeftiya bi temamî yê civaka Kurdin. Hin kes û hin navendên ragihandinê di bin navê demokrasî, azadî û xwe îfade kirine de tevlihevî, fitne û şerê navxweyî pêşdixin û bûne sedema metirsiya destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û ewlekariya welatiyên Kurd. Bûyerên li bajarê Amûdê di roja 27'ê hezêranê de rû dan jî nîşaneyên van kiryaran e.
Dîwana Edaletê diyar ki ku ew di vê mijarê de gihiştine van biryaran:
“Kesên bazirganiya heşîşê dike wê bi 5 salan bê ceza kirin”
Dîwana Edaletê dazanîn ku çandin û bazirganiya narkotîkê li herêmên Rajavayê Kurdistanê belav bûye, di encama hewldanên Hêzên Asayişa Rojavaya Kurdistan ku rê li pêşiya vê rûdanê hinek hatiye girtin. Û di encam de bûyerên bi êş qewimîne û hin kesan jiyana xwe jidest daye.
Dîwana Edaletê di derbarê çandin û bazirganiya narkotîkê de jî ev biryar girtin: