"Divê wendahî weke gunehê li dijî mirovahiyê bê dîtin"
"Divê wendahî weke gunehê li dijî mirovahiyê bê dîtin"
"Divê wendahî weke gunehê li dijî mirovahiyê bê dîtin"
Di "Komxebata Rûbirûbûna bi Paşerojê, Gorên Giştî û Wendahî" ya li Amedê de hat xwestin ku Tirkiye ji bo dîtina wendahiyan bikeve nava hewldanan û bi wêrekî gorên komî eşkere bike. Di komxebatê de xwestin ku mijara wendahiyan weke gunehê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û komîsyonên rastiyan bên avakirin.
"Komxebata Rûbirûbûna bi Paşerojê, Gorên Giştî û Wendahî" ya ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan şaxê Amedê ve hat organîzekirin, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê di roja xwe ya duyemîn de ye. Di rûniştina îro ya komxebatê de Endamê Komîsyona Navnetewî ya Wendahiyan a Neteweyên Yekbûyî Matthew Holliday bal kişand ser rastiya gorên komî yên li Tirkiyê û got, "Veşartina goran, di heman demê re pêşîvekirina li gorên nû ye." Holliday bi pêşandana slaytê der heqê gorên komî de agahî da û got, "Di kolandina gorên komî de, hestî tevlîhev tên kirin." Holliday di vê mijarê de mînakên gorên komî yên li Bosna Herkes nîşan da û bi agahiyên li herêmê re nirxand.
GORÊN KOMÎ HEMÛ LI KURDISTANÊ NE
Li dû Holliday, endamê Komeleya Pisporên Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer axivî û bibîr xist, ku hînê Tirkiyê mora xwe neavêtiye binê gotina "Wendakirina bi Zorê" ya Neteweyên Yekbûyî. Bîçer diyar kir, ku wendakirina bi zorê, yekemcar li Nazî ya Elmanyayê derket holê û got, "Ev rastiyeke, ji bo mûxalîfan bêdeng bikin, ev rêbazek îllegal hatiye bikaranîn. Wendakirina bi zorê ya mirovan, bandoreke psîkolojîk li ser malbatên wan jî dike. Gava mirov li rastiya gorên giştî yên Tirkiyê dinêrin, tê dîtin ku tevahiya gorên giştî li Kurdistanê ne."
DIVÊ PEYMANA NY BÊ BICIHANÎN
Bîçer ragihand, ku li her cihê wendahî lê hebe, têkoşîna civakî destpê dike û got, "Divê Tirkiye bibe xwedî îrade ku gorên komî eşkere bike. Xebatên ronîkirina gorên komî jî lazime bê alî be û bi awayekî rast ji raya giştî re bên ravekirin." Bîçer destnîşan kir, ku divê Tirkiye peyaman Neteweyên Yekbûyî ya bi navê "Divê herkes li dijî wendakirina bi zorê bên parastin" mor bike. Bîçer destnîşan kir, ku pêwîste mijara wendahiyan weke gunehekî li dijî mirovahiyê bê dîtin û komîsyonên eşkerekirina rastiyan bên avakirin. J bo vê jî bar û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê rêxistinên civakî yên sivîl."
Bîçer wekî din ragihand, ku heta niha li gorî Protokola Otopsî ya Mînesota, ti gor nehatiye vekirin û xwest, gava gorek bê vekirin pispor jî lê amade bin.
Rûniştina îro ya "Komxebata Rûbirûbûna bi Paşerojê, Gorên Giştî û Wendahî" bi axaftinên Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Rahşan Bataray Saman, parêzer Eren Keskîn û rojnamevan Ragip Dûran dewam kir.