'Divê cerdevan dest ji çekan berdin'
'Divê cerdevan dest ji çekan berdin'
'Divê cerdevan dest ji çekan berdin'
Komîsyona Şopandinê ya Amedê Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir. Piştî ziyaretê li ser navê komîsyonê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da û wiha got: "Divê leşker vegerîn qişlayan, cerdevan dest ji çekan berdin û TOMA û wesayîtên zirxî ji nava bajar bên derxistin."
Li Amedê bi tevlîbûna Baroya Amedê, ÎHD, MAZLUMDER, KESK, Odeya Tabîban a Amedê, GUNSÎAD, TÎHV, TUHAD-FED, MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê komîsyona şopandinê hate avakirin. Endamên Komîsyonê Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kirin. Heyet ji aliyê Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya ve hate qebûlkirin û piştî hevdîtinê ji çapemeniyê re agahî hat dayîn.
Li ser navê heyetê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, wan weke komîsyon biryara Waliyê Amedê, rêxistin BDP û AKP'ê ziyaret bikin girtin û wiha got: "Me her tim got divê pirsgirêka Kurd bi rêbaza diyalogê bê çareserkirin. Em bi wê yekê bi bawerin. Em dê piştî biryara vekişîna KCK'ê girtî pêvajoyê bişopînin û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bikin."
Bîlîcî anî ziman ku, divê leşker û cerdevan bên vekişandin û wiha axivî: "Divê leşker vegerin qişlayan, cerdevan dest ji çekan berbidin. Ji ber ku ev pêvajo ji provokasyonan re vekirî ye. Divê ev yek li ber çavan bê girtin. Dîsa polîs jî divê helwest û nêrîna xwe biguherîne û bi ramanekî demokratîk tev bigere. Ligel vê yekê dikê wesayîtên zirxî û TOMA ji nava welat bên vekişandin. Li Amedê her roj balefir difirin. Firîna van balefiran li gorî hasasiyeta pêvajoyê nîne û nerihetiyê pêk tîne. Divê dawî li vê yekê bê anîn." Bîlîcî da zanîn ku, weke komîsyon dê rojên pêş de biçin bejahî û dê çavdêriyên xwe parve bikin.