'Dilê min bi zarokên min rehet e'
'Dilê min bi zarokên min rehet e'
'Dilê min bi zarokên min rehet e'
Şervanê YPG'ê Şevger Faris (Orhan) di 27'ê Mijdarê de şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Şevger Zelîxa Faris diyar kir ku ji ber ku kurê wê peywira xwe bi cih aniye dilê wê rehet e û wiha got: "Du kurê min û keçek min di nav refên YPG û YPJ'ê de xaka xwe diparêzin. Divê her kes li dijî van çeteyan rabin ser lingan û xwedî li Kobanê derkevin. Dem ne dema rûniştinê ye. Ger min karîba ez ê jî rahiştama çekê û biçûma Kobanê."
Şervanê YPG'ê Şevger Faris (Orhan) li Kantona Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de di 27 mijdarê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Şevger Zelîxa Faris li Konbajarê Rojava yê li Pirsûsê dimîne axivî. Dayik Faris diyar kir ku kurê wê ji bo xaka xwe biparêze jiyana xwe ji dest daye û bi şehadeta wî serbilind e. Dayik Faris destnîşan kir ku kurê wê li ber çeteyên hovane yên DAIŞ'ê netewandiye û kurê xwe bi tililîyan oxir kiriye.
JI BER KURÊ WÊ PEYWIRA XWE BI CIH ANIYE DILÊ WÊ REHET E
Dayik Faris bilêv kir ku her tim bi hêviya azadiya Kobanê ye û ji şervanên YPG û YPJ'ê dê çeteyên hovanê ji welatê wan de paqij bikin. Faris da zanîn ku ji bo kurê xwe qet negiriyaye û got ku ji bo azadiya Kobanê heta dilopa xwîna wan hebe dê welatê xwe ji çeteyan re bernedin. Faris diyar kir ku ji ber kurê wê peywira xwe bi cih anî dilê wê rehet te û wiha got: "Du kurê min û keçek min di nav refên YPG û YPJ'ê de xaka xwe diparêzin. Divê her kes li dijî van çeteyan rabin ser lingan û xwedî li Kobanê derkevin. Dem ne dema rûniştinê ye. Ger min karîba min ê jî rahişta çekê û biçûma Kobanê."
'DIJMINÊ ME YÊ HERÎ MEZIN ERDOGAN E'
Dayik Faris bertek nîşan da alîkariya dewleta Tirkiye û axaftinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê da û got ku berê Tirkiye dizî alîkarî dida çeteyan niha bi aşkera dide. Dayik Faris da zanîn ku bi qasî DAIŞ êrîşî xaka wan dike Tirkiye jî li dawiyê li wan dixe û wiha pêde çû: "Tirkiye deriyê xwe li me girt. Dijminê me yê herî mezin Erdogan e. Em vê yekê ji wî re nahêlin. Erdogan rojekê dê hesabê vê dijminatiya û xayintiya xwe bide gelê kurd. Dinya bi dorê ye."
'BILA KES NEBÊJE KOBANÊ DIKEVE'
Dayka Faris wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keç û xortên me xaka xwe diparêzin. Me xaka tu kesî ji wan nestendiye. Me malê kesî ji wan nestendiye û serê kesî jê nekiriye. Ev çeteyan li ser navê islamiyetê bi hezaran kesên misliman qetil kirin. YPG û YPJ naqedin. Bi hezaran şervanê me hene. Em ê rojekê vegerin welatê xwe. Bila kes nebêje Kobanê dikeve. Divê gelê kurd bibin yek û xwe li hevdu bigrin. Dem dema yekîtiyê ye."