Di şerê navbera komên çedar de 19 hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Di şerê navbera komên çedar de 19 hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Li Gundê Menacîr ê Serêkaniyê  pevçûnên di navbera komên çekdar de ku duh derketibû hîn didomin. Di encama pevçûnan de 19 çekdar hatin kuştin, 6 birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, li Serêkaniyê pevçûnên dijwar di nav çekdarên Cebhet El-Nesra li aliyekî û Tabûrên Elah Ekber, Ehfad El-Resûl û Gurebai El-Şam ku duh di saetên şevê de li herêma derdora gundê Menacîr ê Serêkaniyê de rû dabûn hîn didomin. Di pevçûnan de 3 çekdarên Cebhet El-Nesera hatin kuştin û 6 birîndar bûn, 16 çekdarên tabûrên din jî hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, di navber çekdarên Cebhet El-Nesra û Tabûrên Elah Ekber, Ehfad El-Resûl û Gurebai El-Şam xwe li gundê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê bi cih kirine, li ser balavkirina tiştên ku ji welatiyan talan kirine şer derket.

Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku ev demek li gundên herêma Serêkaniyê û Til Temir xwe bi cih kirine, ev demek welatiyan dişelînin û talan dikin. Komên çekdar ên bi navên cûda xwe li gundê Menacîr bi cih kirine û ji vir dizî û talana welatiyan dikin. Ev komên çekdar li ser tiştên ji welatiyan didizin şerê hev kirin û di navbera wan de pevçûn rû didin.