Di şerê li Efrînê de 38 çekdar hatin kuştin

Di şerê li Efrînê de 38 çekdar hatin kuştin

Hejmara kuştiyên komên çekdar di pevçûnên li gundên Navçeya Şêrawa ya Efrînê derkete 38᾿an û di pevçûnên ku ev 3 roj didomin 3 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe jidest dan.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, pevçûnên li gundê Basilê ya nêzî gundê Ziyarat û Aqîbê yên Efrînê hîn didomin. Di van pevçûnan ji 20 çekdaran zêdetir hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne. Her wiha 3 şervanên YPG᾿ê di pevçûnên 3 rojan jiyana xwe jidest dan. Şervanên YPG᾿ê gundê Basilê ku şêniyên wê bi şervanên YPG᾿ê re sekinîne bi temamî dorpêçkirine.

Li gundê Aqîbê û Ziyarat jî ku rastî êrîşên komên çekdar a bi tang û topan hatbû, pevçûn di roja xwe ya 3᾿yemîn didome.

Hat ragihandin, di pevçûnên li navçeya Şêrawa ya Efrînê de bi giştî 38 çekdar hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di nava birîndaran de fermandarî tabûra Selah Eldîn Bêwar Mistefa jî heye. Her wiha 2 tang û zadetir ji 3 wesayîtên doşka li ser hatin rûxandin.

Li aliyeke din komên çekdar ku welatiyên sivîl li ser riya Heleb û Efrînê bi taybet nêzî bajaroka Heyan direvînin. Hate hînbûn ku malbateke kurd agahiyên wan ji 3 kesên wan ku ji Helebê vedgeriyan Efrîn qutbûye.

Çavkaniyên herêmî ji gundê Dart Ize jî ragihandin ku komên çekdar otobîseke rêwiyan dema ji Lubnanê dihat Efrîn revandin.