Di şerê bi şev ê li Kobanê 29 çete hatin kuştin
Di şerê bi şev ê li Kobanê 29 çete hatin kuştin
Di şerê bi şev ê li Kobanê 29 çete hatin kuştin
Di şer û pevçûnên ku şevê din li 3 eniyên Kobanê derketin de, 29 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hate desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji eniyên şer ragihandine, şevê din li rojhilatê bajar li Kaniya Kurdan û xeta sînor di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rûdan. Di şerê ku heta derengiya şevê dom kir de 10 çete hatin kuştin.
Li eniya başûr çeteyan şevêdin hewl dan ku li Cadeya 48’an bi weayîtek bombebarkirî êrîş bikin, lê hêzên YPG’ê bersiv da û beriya ku wesayît bigihîje armanca xwe hate teqandin. Der barê encamên şerê li herêmê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li başûrê bajar jî şevê din li taxa Botan Şerqî şer û pevçûn dijwar bûn û di encamê 10 çete hatin kuştin.
Dîsa li eniya başûr şevêdin heta derengiya şevê şer dom kir. Di encama şer de 7 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hate desteserkirin.
Hêzên YPG’ê li eniya rojava li ser rêya gundê Memît li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xist û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Nûçegihanan ragihandin ku çeteyên ku derbeyên giran xwarine, car caran topên hawanê di avêjin bajar.