Di serdegirtina gundên Lîceyê de 4 kes birîndar bûn

Di serdegirtina gundên Lîceyê de 4 kes birîndar bûn

Gundiyên ku leşker ji mezraya Mehê ya gundê Yalaz ya Lîceyê derxistin, xwestin tiştên ku leşkeran desteserkirine li gundiyan vegerînin, li hemberî vê leşkeran bibombeyên gazê êrîş kir. Di dema êrîşê de yek jê giran 4 kes birîndar bûn. Di bûyera ku leşker jî birîndarbûyî de bidawî bû.

Gelek leşker bi karwanekî mezin ê maşîneyên zirxî yên leşkerî serê sibê çûn gundên Kerwar, Zengi, Mişirfê yên herêma Peşgewerê û li gundan di ser malan de girtin. Leşkeran serê sibê di seet 05.00'an de bi maşîneyên zirxî bi hînceta "esrar heye" bi ser gundan de girtin û li gundan bi ser malan de girtin.

Piştî leşkeran hata dereng li malan lêgerîn pêk anîn, welatiyên gundên derdorê û rêxistina BDP'ê çûn gund. Welatiyên ku li derve hatin û bertek nîşanî leşeran dan, leşkeran dawî li lêgerînê anîn û li hemberî berteka welatiyan ji gund derketin. Girseya ku di navde rêveberên BDP'ê jî hebûn hatin gundê Yalazê û bertek nîşanî leşkeran dan. Welatiyan xwest ku leşker alav û amûrên welatiyan li wan vegerînin. Li hemberî ve yekê leşkeran gule berda hewa û xwest welatî vegerin, her wiha nedanê.

Serokê BDP'a Lîce Harun Erkoç ku hat cihê bûyerê diyar kir ku, her çend operasyon bi navê "esrarê ye" jî armanca operasyonê ya esasî siyasî ye. Erkoç anî ziman ku leşkeran di serdegirtina malan de kompîtûrên welatiyan desteser kiriye û ji bilî esrarê li her tiştî geriyane. Erkoç anî ziman ku, niha bi hezaran welatî li vir kom bûne û Hemû welatiyên gund diyar kirin ku ev ne operasyona esrarêye. Erkoç anî ziman ku, çi dibe bila bibe, bi çi armancê dibe bila bibe welatî li hemberî pêvajoyê hesasin û ev operasyon li dijî pêvajoyê pêk hatiye."

Dema ku gundî radiwestiyan bênavber sloganên “Bijî Serok Apo” di avêtin leşkeran bi bombeyên gazê û guleyên rastî berdan hewa êrîş kirin. Gundî bi kevir û daran ketin pey leşkeran. Di bûyeran de ji ber bombeyên gazê û cisman yek jê giran 4 kes birîndar bûn. Hate dîtin ku, hinek leşker jî ji ber keviran birîndar bûn. Serokê BDP’a Lîceyê Harûn Erkoç jî birîndar bû. Erkoç û kesekê giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê.

Ciwana leşker heya xalek ya derketina gund birin, her wiha leşkerên ku derdora gund jî ewlekarî digirtin, ji ber ku ciwana rê girtibû negihan wesayîtên xwe û ber bi giran ve çûn. Didema bûyeran de mînîbusekî aydê leşkeran û ajovanê wê jî cerdevan bû gundiyan desteserkir, bi malzemeyên têde agir pêxist. Kesê ajovantiya mînîbusê dikir ji aliyê gundiyan ve hate desteserkirin, her wiha ji ber sedema gulebarana leşkeran gelek gule bi wesayîtên gundiyan ketin.

Di bûyera ku tu kes nehate binçavkirin de piştî ku leşkeran xwe vekişa bidawî bû.