Di pevçûna avê de cerdevanek mir
Di pevçûna avê de cerdevanek mir
Di pevçûna avê de cerdevanek mir
Li navçeya Çelîkhan a Semsûrê piştî nîqaşa li ser avê gundiyan girt ser cihê xebata pîvana ava vexwarinê û bi tifingên pompeyî gule reşandin. Di encama gulebaranê de cerdevanek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, Şaredariya Çelîkhanê ji ber pirsgirêka ava vexwerinê ya li navçeyê xwest ava vexwarinê ya Karmukuk bikişîne navçeyê. Ji ber çavkaniya ku tê xwestin av jê bê kişandin û di navbera wan û gundiyên Yeşîl Yayla de pirsgirêkan rû da.
Piştî bûyerên rû dan, wezîfedarên Şaredariya Çelîkhan û wezîfedarên Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) xwestin li çavkaniya avê ya Karmukuk xebatên pîvandina avê bikin. Di dema xebatên pîvandinê de niştecihên gund girtin ser cihê ku xebatên pîvandinê lê dihatin kirin û bi tifingan gule barandin. Di encama gulebaranê de cerdevanê bi navê Huseyîn Şahîn (56) li cihê bûyerê mir. Cerdevanê bi navê Abdurahman Kalkan (54) jî bi giranî birîndar bû.
Piştî bûyerê ketin û derketina gund hat qedexekirin, ji bo kesê yan jî kesên bûyer pêk anîne bên girtin xebat hatin destpêkirin.