Di navbera Rûsya û Elmanyayê de krîza wekîl
Piştî ku Rûsyayê qedexe danî ser hatina parlamenterekî Meclîsa Federal a Elman, di navbera her du welatan de aloziya dîplomatîk rû da.

Parlamenterê Patiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Georg Wellmann duh çû Rûsyayê, lê belê li Balafirgeha Moskowê rayedarên Rûs destûr nedan wî ku bikeve nava welêt. Wellmann li ser vê yekê vegeriya Berlînê. Elmanyayê jî bi rêya Sefaretxaneya Moskowê metna protestoyî ji Rûsyayê re şand.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Elman de hat ragihandin ku Sefîrê Bilind Rudîer Freîherr von Frîtsch çûne Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û qedexeya li ser Wellmann protesto kirine.
Der barê mijarê de ji ofîsa Serokê Meclîsa Federal a Elman Norbert Lammert daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku qedexekirina gera parlamenterê Elman 'nayê fêmkirin'.
Ji Wellmann ê duh li Moskowê daketibû re hatibû gotin ku heta sala 2019'an nikare bikeve Rûsyayê.