Di navbera komên çekdar de pevçûn
Di navbera komên çekdar de pevçûn
Di navbera komên çekdar de pevçûn
Li gundê Menacîr ê Serêkaniyê di navbera çekdarên Cebhet El-Nesra û Tabûra Elah Ekber pevçûn rû dan.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, di navber çekdarên Cebhet El-Nesra û tabûra Elah Ekber ên xwe li gundê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê bi cih kirine, li ser belavkirina tiştên ku ji welatiyan talan kirine şer kirin. Ne hate hînbûn ka kuştî hene yan na.
Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku ev demek li gundên herêma Serêkaniyê û Til Temir xwe bi cih kirine, ev demek welatiyan dişelînin û talan dikin. Komên çekdar ên bi navên cûda xwe li gundê Menacîr bi cih kirine û ji vir dizî û talana welatiyan dikin. Ev komên çekdar li ser tiştên ji welatiyan didizin şerê hev kirin û di navbera wan de pevçûnê rû da.