Di nava 'Çareseriya' AKP'ê de girtîgeh nîne

Di nava 'Çareseriya' AKP'ê de girtîgeh nîne

Deshilatdariya AKP'ê ku ji bo pêvajoya çareseriyê gavên berçav neavêje û di nava hewldanan xetimandina pêvajoyê de ye, pirsgirêka girtîgehan jî ji nedîtî ve tê. Tevî ku di ser destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re 7 meh derbas bûn jî, êşkence, bê huqûqî, kiryarên keyfî û tecrîda li girtîgehan her dewam dikin.

Bêhuqûq û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, li dû çalakiya grêva birçîbûnê ya par ji aliyê 10 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê ve hat meşandin, derket asta herî bilind, tevî ku di ser destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re 7 meh derbas bûne jî, bi heman rengî dewam bikin. 120 jê giran 418 girtiyên nexweş hene û heta niha bi tenê 2 ji van ji bo dermankirinê hatine berdan. Li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên bi sedan girtiyên nexweş, rêveberiya girtîgehan jî li gorî xwe dikevin nava hewldanên keyfî û ev yek dibe sedem ku bêhuqûqî derkeve asta herî bilind.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amasyayê, li kêleka deriyê ode/koxûşên 41 girtiyên siyasî lê tên ragirtin, panoyek bi nivîsa "Rêxisina Terorê ya Çep" û wêneyên wan tê de cih digire, hatiye daliqqandin. Nûneriya TUHAD-FED'ê ya Enqerê da xuyakirin ku girtiyan li dijî vî şerê psîkolojîk serî li muduriyeta girtîgehê îtiraz kirine, lê mudur ji wan re gotiye "Ji bo ji niha û pê ve tevlî van karan nebe, wê ev pêkanîn dewam bikin."

Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqerê Havva Ozcan diyar kir ku girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî dane xuyakirin ku ew ne dîlgirtî ne, lewma ewê van pêkanînên derveyî mirovahiyê qebûl nekin û got, "Ji bo di pêvajoya çareseriyê de astengî dernekeve, girtî hesas tevdigerin. Lê belê ji kesî natirsin. Bi tenê ji bo zerarê nedin pêvajoyê, dikevin nava helwesteke bi vî rengî."

PÊŞBIRKA ŞIKANDINA RÛMETÊ, QUTKIRINA HILMÊ

Ozcan ragihand ku nîvê şevê ji nişka ve diavêjin ser odeyan û got, "Carna di şevekê de çend caran vê yekê dûbare dikin. Bi awayekî rûmeta wan bişkîne, wan tazî dikin û li wan digerin. Girtî li dijî vê helwesta ne ciddî radiwestin. Di dema lêgerînê de hemû alavên girtiyan tên tevlîhevkirin. Hin alav jî bi zanebûn tên şikandin. Girtî bi 3 koman li odeyan tên bicihkirin. Ji ber opde teng û bêhewayê, bi zorê hewayê distînin. Di radeyeke ciddî de pirsgirêka hewa paqij heye."

WÊNEYÊN MIROVÊN TÊN SERDANÊ, YEK BI YEK TÊN KIŞANDIN

Ozcan anî ziman ku malbatên girtiyan gavan tên hevdîtinê, li ketin û derketina girtîgehê tên lêgerîn û got, "Tevî lêgerînan, yek bi yek wêneyên wan tên kişandin. Heta zarokên biçûk, wêneyên hemû kesên tên serdanê, dikşînin. Ev yek, li gel malbat û xizman her weha girtiyan jî bêzar dike. Min pêkanîneke bi vî rengî wekî din li ti deverênedît, ne bihîst. Ez beriya 2 mehan çûm serdanê, wê demê wêneyê min kişandin, lê di ser de gava roja 5'ê Tîrmehê çûm serdanê careke din wêneyê min kişandin. Ti pêwendiya van bi fermanname û rêziknameyan re tineye. Bi giştî pêkanîneke kêfî ye."

DI MEJIYÊ QEDEXE DE SÎNOR TINEYE

Ozcan da xuyakirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê di nava tecrîdê de tên tecrîdkirin û got, "Malbatên çûn hevdîtinê, pêkanîneke balkêş a rêveberiya Girtîgeha Kirikkaleyê ji me re ragihandin. Gava yek diçe hevdîtina vekirî, bi kesên li odeyeke din dimîne re, nikare rûnê. Mîna, di nava komekê de eger xizmên wan tinebe, nikare ji mirovên hatine serdanê re bêjin "merheba." Silavdayîn jî hatiye qedexekirin. Gelo bi van qedexeyan re dixwazin çi bikin? Rewşa li girtîgehan diqewime, berovacî pêvajoya çareseriyê ye û zerarê dide. Di vê mijarê de girtî heta ji destê wan tê, hesas tevdigerin, lê belê rêveberiya girtîgehan û dewlet, berovacî tevdigerin. Malbatan dan xuyakirin ku eger ev pêkanîn dewam bike, ewê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin."

TEVLÊBÛNA GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ, SEDEMA SEREKE YA CEZAYÊN KÊFÎ YE

Ozcan ragihand ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê girtiyê bi navê Şêxmûs Ozsûbaşi bi sedema "tevlî grêva birçîbûnê" bûye, 2 mehan cezayê hevdîtina vekirî û girtî, hucre û nivîsandina nameyan lê hat birrîn. Ozcan got, "Her weha girtiyê bi navê Ahmet Kaya yê li Girtîgeha Tîpa F ya bi Hejmara Duyemîn a Sîncanê dihat ragirtin, sewkî Girtîgeha Tîpa L ya bi Hejmara Duyemîn a Sîncanê hat kirin. Kaya ku diviyabû li gorî pakêta 4. a dadgeriyê bihata berdan, bi hinceta cezayên dîsîplînê û "beşdarî grêva birçîbûnê" bûye, ew xistin nava girtiyên edlî û nayê berdan. Rewşa Kaya me dixe nava fikaran. Di nava girtiyên edlî de xeteriya jiyana wî heye. Em dixwazin Kaya bê berdan û dawî li vê bêhuqûqiyê bê anîn."