Di nav gerîlla de hunermendek

Di nav gerîlla de hunermendek

Çiyayên ku ji bo Kurdan çavkaniya jiyanê û stargehe, bi Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Modern re berhem û afirandinên nû pêş dikevin. Bi ji nû ve çêbûna dîroka Kurdan re çiya bûn çavkaniya dîroka ku nehatibû nivîsandin, huner û wêneyê nîvçe hatibûn hiştin û stranên nehatibûn gotin. Li çiyayên ku Kurdan dest jê berneda û gelek kesan wate nedidayê şoreşa vejînê pêk hat. Kurdan xîmên pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendê ya civakeke nû, li çiyayan bi cih kirin û ji bo dahatûya azadîxwaz bi gavên ji xwe ewle, ber bi tevayî civakê ve gav bi gav meşiyan. Bi berhemên çiyayan ên bi dîroka modern a Kurdistanê re gelê Kurd êdî bi çemka dîrok, çand û hunereke nû re di nav cîhana  pêşketî de cih digire.

Armanc Arî yek ji wan kesane ku dibêje ji ber sedemên lêgerînan ku ji Hewramana xwedî çandeke xwezayî ye tevlî nav gerîllayan bûye û bi vî awayî vê realîteyê ev ji nû ve afirandiye. Arî destnîşan dike ku, çand û huner, îfadeya vê afirandinê ye û dê civakeke demokratîk li ser vê çemkê ava bibe.

Arî dide xuyakirin ku, nayê zanîn ka ji erdnîgariya çanda Hewramane, yan jî ji hewaya wê ye hîn di temenekî biçûk de eleqeta wî ji muzîk, wêne û hunerê re çêbûye. Lê li ser ve zêde dike û dibêje, ev eleqet bi bihîstina navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re veguheriye lêgerînekê. Arî ku di meqama siyaçeman (dengbêjî) a xwedî xema qirikê ye klaman dibêje, santûr, tar, zarp û tenbûrê û gelek enstrumanên muzîkê bi kar tîne.

Em ji yek endamê Koma Rocyar Armanc Arî re axivîn.

‘EZ DI MALBATEKE HUNERMEND Û LI DERDOREKE XWEDÎ JIYANEKE KOLEKTÎF DE MEZIN BÛM’  

Armanc Arî li Rojhilatê Kurdistan di malbateke ku bi beşên hunerê yên wek mîmarî, edebiyat, muzîk, resm û hwd. re mijûl dibin re mezin bûye. Arî dibêje ku piştî 12 sal xwendinê, di salên dibistana navîn de piştî bajarên ku modernîteyê bi sazî kirine, dibîne ber bi warê ku lê çêbûye revekê dest pê kiriye. Arî ev 6 sal in ligel gerîllatiyê ku bi hunerê re jî mijûl dibe, der barê sedemên ku ew tevlî nav gerîllayan kiriye û dîsa der barê civaka ku li ser jiyana wî bandor kiriye ev detay bi me re parv ekirin.

Gerîlla Armanc Arî, têgînên Armanc û Arî ku îfadeya îdeal û koka wî ne, bi jiyaneke nû re hevpar kir. Arî dibêje, her ku ez mezin bûm min fêm kir ku sîstem bi zanebûn polîtîkaya paşdehiştinê li ser herêma Hawraman bi kar tîne û wiha berdewam dike: “Ez li herêma Hawraman a hîn jî jiyaneke xwezayî lê heye, di malbateke ku bi welat û xaka xwe ve girêdayî ye hatim dunyayê. Di nav malbata min de kesên ku bi muzîk û resman re mijûl dibûn hebûn. Bi jiyana kolektîf a gund ve girêdayî, di nav malbatê de jî jiyaneke demokratîk a xwezayî hebû.  Bavê min bi karê mîmariyê re mijûl dibû, xwîşkên min ku herî zêde bi resman re mijûl dibûn, min giranî dida xebatên muzîkê. Şêwazê pêwendiyên jiyana gund û malbatê dibû sedem ku mirov hîn zêdetir meyla xwe bide ser xebatên çand û hunerê. 

Ez ji herêma Hawraman ku herî zêde jiyana mirovên li wan deveran, li çiyayan derbas dibe. Ji bilî dibistanê û hin karên cuda, jiyana me timî li gund derbas dibû. Her çi qasî ji bo xwendinê ez çûbûm bajar jî pêwendiyên min bi gund re her tim hebûn. Hin komên me yên muzîkê li gund hebûn. Min di nav wan de cih digirt.

MIN KURDISTAN DESTPÊKÊ JI DAYÎKA BIHÎST  

Tevî polîtîkayên asîmîlekirin û tunekirinê yên pergala serwer jî jinên Kurd heta roja me ya îro çanda devkî û dîrok parastin. Ez vê ji dayika xwe dizanim. Dema ez pirr biçûk bûm, dayika min behsa parçebûn û dewlemendiya gelê Kurdistan dikir. Beriya ku ez bibim şoreşger ez ji dayika xwe fêr bûm  Kurdîtî û hezkirina welat. Ez dikarim bêjim ku lêgerînên paşê jî li ser vî esasî pêş ketin. Dema min ji Tevgera Azadiya Kurdistan, têgînên Kurd, Kurdistan û azadî bihîstin ji bo min xerîb nedihat.  Li ser vegotinên dayika min ez hîn zêdetir bi şoreşê ve hatim girêdan. Ji pirsên di serê min  de bersiv bûn û bû sedem ku lêgerînên min zêdetir bibin. Rastiya dayika min û çiyayan di vê xalê de digihiştin hevdu. Her du jî nirxên Kurdan diparêzin.

BALKÊŞIYA BAJARAN A DI ZAROKATIYA MIN DE, DEMA EZ MEZIN BÛM VEGUHERÎ ACIZBÛNÊ 

Ji ber ku temenê min biçûk bû û asta zanebûna min kêm bû di cara destpêkê de jiyana bajêr û pergala wê tu bikî nekî ez kişandibûm. Dibe ku vê ji ber pergal perwerdeyê û çanda ku dixwest pêş bixe çavkaniya xwe digirt, her ku ez diketim nav, min fêm dikir ku rastiyeke wiha ye ku mirovan diqedîne. Taybetmendiyên civaka ku tu ji nav dihat û ya pergalê ya egoist, ezezî û jirêderketî timûtim di nav  nakokiyan de bû. Ev nakokî di min dema bi zanebûnê re bûn yek, acizbûn û veqetîn pêkve pêş ket. Dayikên me her dem digotin, “Bajar cihên xerîb in û mirovan diqedînin.” Her ku min ev jiya ez ketim nav lêgerînên fêmkirinê û vegera gund. Xeyalên zarokatiyê û rastiya jiyanê li bajêr her tim wek nakokiyekê hebûna xwe berdewam kir.  Veqetîn jî tam li vir dest pê kir. Li herêma ku ez lê dijiyam polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn hebû. Jiyana bajêr û dewletê pêşî em dikişand nav xwe paşê diheland.    

‘MIN BIRYAR DA EZ BIBIM LÊGERÊ TÊGÎNA APO’

Ji ber ku dewleta Îranê herêma Hawraman bi sedsalan bi qedera wê re tenê hiştibû. Ev polîtîkaya  dewleta Îranê ji aliyekî ve bibû sedem ku ev herêm xwezaya xwe biparêze û ji aliyekî ve jî dibû sedem ku sekneke muxalîf derkeve holê. Di merheleyên destpêka ciwantiya min de dema lêgerên min pêş diket min propogandayên dijber ên dewletê yên der barê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK)’ê de bihîst. Vê propogandaya dewletê di min de eleqeteke cuda pêş xist. Li ser vî esasî min xwest ez biçim qadên ku gerilla lê dimînin û gerîllayan nas bikim. Dema ez ji bajar vegeriyam herêma Hawraman, min milîtanên PJAK’ê dîtin. Piştî nîqaşên min bi wan re kirin, her çi qasî min zêde ew nas nedikirin jî ez ji şêwazên wan ên jiyanê, nêzîkatiyên wan ên ji civak, bûyer û xwezayê pirr bandor bûm. Naskirina wan a destpêkê ji bo min bû destpêka jiyaneke nû.

Piştî naskirin û nîqaşa bi gerîllayên PJAK’ê re eleqet û lêgerên min ji bo çiya û gerîllayan zêde bûn. Ji bo ez gerîlla û Tevgera Azadiya Kurdistan hîn zêdetir nas bikim ez ketim nav hewldanan. Destpêkê pirsa têgîna Apo di serê min de rê li ber lêgerînan vekir. Ji bo fêmkirina vê têgînê bi qasî ku mejiyê min biteqîne ez ketim nav hewldanên bersiva pirsan. Her ku min têgîna Apo fêm dikir, di min de pirr zêde xwegihandina çiyayan pêş ket. Bi van aliyan ve xwezaya herêma Hawraman a ez ber bi çiyayan ve kişand, bû lêgera jiyana gerîllayan a bi zanebûn, kolektîf û xwezayî. Dema ez hatim çiyayan û min jiyana gerîllayan dît a herî zêde ez bandor kirim, girêdana wan a bi xweza û civakê re bû. Her çi qasî taybetmendiyên herêma ku ez jê hatibûm hebûn jî di tevger û nav gerîlla de taybetmendiyên civaka xwezayî hîn bi pergal û bi zanebûn dihatin jiyan. Vê nêzîkatiyê ez hîn zêdetir sewqî naskirina civaka xwezayî kirim.

‘DI NAV GERÎLLA DE ZEMÎNA ÇANDEKE DEWLEMEND HEYE’

Di nav gerîlla de mirov çi qasî dikeve nav çiya û jiyanê  ev qasî aliyê wê yê mirov tesîr dike hîn baştir fêm dike. Dema mirov bi nirxên gerîllayan ên mirovan ji nû ve diafirîne bi awayekî rast xwe dike yek bi kokên xwe re dibe yek. Li aliyê din jî bi çanda dewlemend a herêmî re ku bingeha civakeke nû pêk tîne re dibe yek. Dema dewlemendiya çanda gerîlla û çanda civakê ya xera nebûye digihîje hevdu ji bo huner û wêjeyê derfet û bingeheke mezin derdikeve holê. Di nav jiyana gerîlla de ji gelê Kurd û gelên cuda mirovên ku tên nav vê jiyanê, bi tena serê xwe dibe çandeke mezin. Tevger ji bo ku vê dewlemendiya çandê rafîne bike ji aliyekî ve bandorên neyênî yên li ser mirovan radike û li aliyê din taybetmendiyên civakê yên xera nebûne derdixe holê, pêş dixe û kesayeteke nû diafirîne. Dewlemendiya pêkhateya gerîlla jî bi van taybetmendiyên ku xera nebûne û xwezayetiya xwe parastine, dibe sedem ku taybetmendiyên huner û wêjeyê yên civak ava kirine derkevin holê.

‘DI NAV GERÎLLA DE QALIBÊN ÇÊKIRINA HUNERÊ NÎNIN’

Xebatên çand û muzîkê yên bi sentûr dest pê kir piştî hatina nav gerîllayan hîn zêdetir pêş ketin. Tevî ku ji bo lêgerên cuda ez hatim nav gerîllayan jî  ez ber bi berpirsiyar û lêgerên dîrok û çanda me ya ku pergalê dixwest tune bike û tevger jî dixwaze ji nû ve ava bike birim. Ez gerîlla me û dema pêwîstî hat dîtin ez amade me li her qadê kar bikim. Her wiha dema pêwîstî bi pêşxistina huner û wêjeyê hat dîtin jî em hewl didin berpirsiyariyên xwe bînin cih. Lewma ez niha enstrumanên wek santûr, tar, zarp û tenbûrê bi kar tînim. Ligel wan her çi qasî ne profesyonel be jî ez bi resm û helbestan re jî mijûl dibim. Ez dixwazim di vî alî de jî xwe pêş bixim.

Dema mirov di nav gerîlla de dikeve nav xebatên lêgerînên çandî -bi taybet ên Rojhilat- dibîne ku nakeve qaliban. Tu di nav xebatên ev qasî cuda, cur bi cur û berfireh de kar dikî ku hûn bixwazin nexwazin pêwîst e huner û çanda gelên cîran jî fêr bibin. Ji ber vê rastiyê dema ji min pirs dikin û dibêjin, ‘Tu kîjan stranan guhdarî dikî?’ Ji bo ez xwezayîtiya me bidim xuyakirin ez dibêjim, ‘Ji her beşê ez guhdarî dikim.’ Tenê mirov dikare bi vî awayî xwesertiya xwe ava bike. Ji ber ku tu derdê me yê ku em bişibin hin kesên din nîn e.

‘GERÎLLA MEKANÊ XWEZAYÎ YÊ DI ÇAVKANIYA HUNER DE PÊK TÎNE’  

Dema mirov li ser wateya rast a muzîkê disekine dibîne ku di çavkaniya wê de manewiyatek heye. Li cihê ku manewiyat û îlham nîn be, ne huner û ne jî muzîk çêdibe. Yên hezkirina çiya û axê hîs dikin dikarin ji meşa gelekî ku li azadiyê digerin îlham bigirin. Dikarin bi afirîneriya hunerê re pêşengiyê bikin. Ev îlham çavkaniya huner û muzîkê ye. Bi çavkaniyê re mirov çi qasî bibe yek ev qasî berhemên bi hêz derdikevin holê. Di jiyana me de ev çavkanî bi her awayî argumanên ku em hunerê pêş bixin pêşkêş dike. Ji bo mirov bi awayekî rast hunerê derxe holê pêwîst e, mirov girêdaneke rast çêbike. Di nav pergalê de mirov ne dikare li hemberî pergalê alternatîfekê çêbike û ne jî dikare bibe dengê gel ê li azadiyê digere. Eger hunermend bi rastî zimanê civakê be, wê demê berpirsiyar e ku wê rast îfade bike. Berhemên hunerê yên ji afirîneriyê dûr, ziwa û teqlîd ji bo gelê me bêqîmet e û aliyekî wê yê hunerî jî nîn e. Li çiyayan em têdikoşin ku em vê bingehê bihêz bikin û hunera azad pêş bixin.

‘DIVÊ CIWAN POTANSIYELA XWE DI ZEMÎNÊN RAST DE PÊŞ BIXIN’

Ji ber potansiyel û enerjiya ciwan her kes li ser hesaban dike. Ciwan bi wan taybetmendiyên xwe berpirsiyar e ku dahatûya xwe ya azad biafirîne. Divê ciwan di lêgerên xwe de tu carî bi pergalê neyên xapandin. Tevayî tiştên ku pergal pêşkêş dike amûrên pêşxistina kolekirinê ne. Lewma divê ciwan li cihên rast li armancên xwe bigerin. Di pêvajoyeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê tenzîm kirin de divê ciwan bi erkên xwe rabin û pîvanên xwe yên huner, wêje û azadiyê rast pêş bixin. Jiyana xwezayî ya exlaq û paqijî têde heye divê bingeha wan be. Gerîlla li ser vî esasî derfetên zêde ji ciwanên Kurd re pêşkêş dike. Heta ku Rêbertiyek azad û welatek azad nîn be, dahatûya lêgera jiyanê jî nabe. Pêwîst e ciwan vê baş bibinin. Û dahatûya xwe li ser van esasan pêş bixe.