Di kongreya KON-KURD'ê de rêxistinbûyîneke nû tê nîqaşkirin

Di kongreya KON-KURD'ê de rêxistinbûyîneke nû tê nîqaşkirin

Di 19. Kongreya Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) a li bajarê Belçîka Vervîersê, rêxistinbûyîneke nû ya Kurdên li Ewropayê tê gotûbêjkirin. Serokê Giştî yê Kongra Gel Remzî Kartal got, "Ev kongre divê ji hêzên Kurdên li Ewropayê terorîze dikin re bibe bersiv."

19. Kongreya KON-KURD'ê, li salona dîrokî ya bi navê "Salle de L'Harmonîe" ya bajarê Belçîka Vervîsersê bi beşdariya şandeyên ji 12 federasyonan pêk tê û xebatên salekê yên Konfederasyonê tên nirxandin. Serokê Kongra Gel Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser girîngiya kongreya KON-KURD'ê ya di vê pêvajoya dîrokî de û destnîşan kir ku divê saziyên Kurd ên li Ewropayê li gorî pêwistiyan tavilê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.

Kartal got, "Divê hemû saziyên me xwe bi awayekî ciddî rêxistin bikin û beşdarî pêvajoya nû bibin. Bi vî rengî em dikarin bersivê bidin pêvajoyê. Pêwîste ev kongre ji hêzên Kurdên li Ewropayê terorîze dikin re bibe bersiv. Divê polîtîkayên wan ên li dijî Kurdan bên pûçkirin."

ŞAREDAR XÊRHATINA MÊVANAN KIR

Di kongreyê de ji ATÎK'ê Suleyman Gulcan, ji AVEG-KON'ê Bakî Selçûk, ji DÎDF'ê Huseyîn Kamalay û endamê Koma Aştiyê ya Duyemîn Hecî Çelîk axaftinên piştgiriyê kirin. Şaredarê Vervîersê Marc Elsen jî ku weke mêvan li kongreyê amade bû, kêfxweşiya xwe ya ji ber mêvandariya ji Kurdan re anî ziman û xêratina hemû mêvanan kir. 

Di kongreyê de plansaziya salekê ya KON-KURD'ê û modêla nû ya rêxistinbûyînê tê nirxandin.