Di 'Konê Çareseriya Demokratîk' de guherîna nobedariyê

Di 'Konê Çareseriya Demokratîk' de guherîna nobedariyê

Dayîkên Aştiyê yên ji Riha, Sêrt û Îzmîrê hatin nobeta "Konê Çareseriya Demokratîk" yê ji aliyê DOKH'ê ve li Gundikê Melê bi armanca pêvajoya vekişînê bişopînin vedan dewr girtin.

Aktîvîstên Dayîkên Aştiyê yên ji Riha, Sêrt û Îzmîrê hatin nobeta "Konê Çareseriya Demokratîk" ê li Gundikê Melê ji aliyê DOKH'ê ve bi armanca pêvajoya vekişandinê bişopînin hate vedan dewr girtin. Dayîkên Aştiyê yên Cizîrê komên ji Riha, Sêrt û Îzmîrê hatin bi tîlîliyan û slogana "Bijî aştî" pêşwazî kirin. Li ser navê dayîkên nobet dewr kirin Hediye Uzel axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Em dê heta dawiyê li pişt vê pêvajoyê bin. Em dayîkên aştiyê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Êdî bila xwîn neyê rijandin. Bila şerê qirêj ên bi salane berdewam dike bi dawî bibe. Niha pêvajoya atşiyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin heye. Lê hêj tu gavên erenî nehatine avêtin. Em dayîkên aştiyê bang li Birêz Erdogan dikin bila ev şer bi dawî bibe û guh bidin dengê dayîkan. Ji bo vekişandin bi awayekî rêk û pêk pêkbê divê operasyon pêk neyên. Ji bo xwîn neyên rijandin divê pergala cerdevaniyê bi rakirin. Em dixwazin çêkirina bendavan bê rawestandin."

Li ser navê Dayîkên Îzmîrê yên Aştiyê Behiye Yalçin jî kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest bîranîn û wiha got: "Em jî weke dayîkên aştiyê yên Îzmîrê piştgiriyê didin pêvajoyê û em dixwazin şer bi dawî bibe. Heta şer bi dawî dibe em dê têkoşîna xwe bidomînin."

Li ser navê dayîkên ji Rihayê hatin Şefîka Kondor jî wiha got: "Em piştgiriyê didin pêvajoya Ocalan daye destpêkirin. Heta serokê me azad dibe em dê têkoşînê xwe bidomînin. Heta Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Heta aştî ji vê erdnîgariyê re tê em dê di konan de bin."

Piştî axaftinan dayîkan sloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin û derbasî kon bûn.