Di hilbijartinên Serokkomariyê yên li Polonyayê de namzetê mûxafazakar Andrzej Dûda li hemberî hevrikê xwe Bronîslav Komorovskî bi ser ket. Dûda di tûra duyemîn a hilbijartinê de bi qasî rêjeya ji sedî 53 a dengan bi dest xist.
Di hilbijartina ku ji sedî 56 ê hilbijêran beşdar bûn de, di tûra yekemîn de Andrzej Dûda ji sedî 34,76 ê dengan û Komorovskî yê ji sala 2010'an û vir ve Serokkomar bû jî ji sedî 33,77 ê dengan stendibû.
Andrzej Dûda yê 43 salî, di sala 2000'î de di nava Yekîtiya Azadiya Demokrat a Lîberal (Unia Wolnosci) dest bi siyasetê kiribû. Dûda piştre derbasî nava Partiya Hiqûq û Edaletê ya mûxafazkar (PîS) bû û di dema Serokkomarê berê Lech Kaczynskî yê di sala 2010'an de di qezaya balafirê de jiyana xwe ji dest da, weke şêwirmend hatibû wezîfedarkirin.
Dûda di sala 2011'an de ji Parlamenta Polonyayê, di sala 2014'and e jî ji Parlamenta Ewropayê re hatibû hilbijartin.
Hevrikê Dûda Komorovskî, di sala 2010'an de hilbijartinên Serokkomariyê qezenç kiribû.