Di festîvala Fînlandiyan de îmzeyên ji bo azadiya Ocalan
Di festîvala Fînlandiyan de îmzeyên ji bo azadiya Ocalan
Di festîvala Fînlandiyan de îmzeyên ji bo azadiya Ocalan
Kampanya îmzeyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li welatên Skandînavyayê deng vedide. Di festîvaleke li paytexta Fînlandiya Helsînkî de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berkevkirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, festîvalek bi navê "Cihan di nava gundekî de" hat lidarxistin. Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn jî, bi kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cihê xwe di festîvalê de girtin. Kampanya îmzeyan, li pêwendiyeke mezin a beşdarên festîvalê rast hat.
Fînlandiyên beşdarî kampanyayê bûn, xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û rêveberiya Tirkiyê êdî pirsgirêka Kurd çareser bike.
Kurdistaniyên beşdarî festîvalê bûn, der heqê pêvajoya çareseriyê ya bi peşengiya Ocalan destpê kiriye, bi Fînlandiyan re danûstandin pêk anîn. Di gotûbêjan de Fînlandiyan hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê anîn ziman.
Di vê navberê de, roja înê jî li Komeleya Kurdan a bajarê Helsînkî pêşandaneke fîlman hat kirin. Di pêşandanê de 4 fîlmên ji aliyê jinan ve hatin amadekirin û mijarên ziman, girtiyên siyasî, pirsgirêka Kurd û kuştina jinan rave dikirin, hatin nîşandan. Fîlmên jinan li eleqeyeke mezin a beşdaran rast hatin û li dû nîşandan fîlman nîqaşek germ li ser heman mijaran hatin kirin.