Di dozên ‘KCK’ê’ yên Amed û Meletiyê tu kes nehate berdan
Di dozên ‘KCK’ê’ yên Amed û Meletiyê tu kes nehate berdan
Di dozên ‘KCK’ê’ yên Amed û Meletiyê tu kes nehate berdan
Di rûniştinên dozên di bin navê “KCK’ê” yên li Amed û Meletiyê ku 19 jê girtî 50 siyasetmedarên Kurd têne darezandin, tu kes nehate berdan.
AMED
6 jê girtî 27 siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza ‘KCK'ê’ ya Peyasa Amedê de li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin darizandin nehatin berdan. Di rûniştinê de siyasetmedarên Kurd ên girtî Engîn Demîr, Zeynep Altunkaynak, Başak Ozer, Kadrî Karakaş, Huseyin Karaman, Mehmet Alî Alkan û parêzerên wan amade bûn. Girtiyan bi kurdî parastin kirin û wergêr amade bû.
Piştî xwendina delîlan Prz. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku, Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê bi awayekî zagonî û legal xebatê dimeşînin û siyasetmedarên girtî j ber vê xebata zagonî tên darizandin. Beştaş aşkera kir ku, ji partiyekê re serbest û ji partiya din re qedexe û sûc be ev nayê qebûlkirin û rexne kir. Beştaş xwest hemû girtî serbest bên berdan. Heyetê jî pişti navberê biryar da û bêyî ku siyasetmedaran berde doz taloqî 31'ê Tîrmehê kir.
MELETÎ
Li Meletiyê îro 2 rûniştinên dozan hatin ditin. Rûniştina 6 jê girtî 13 siyasetmedaren Kurd ên di bin navê doza ‘KCK'ê’ ya Dersimê de tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Heyetê kes serbest berneda. Heyetê biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 10'ê Hezîranê hat kirin.
Siyasetmedarên girtî tên darizandin: Rêveberê BDP'e yê berê Ali Haydar Îpekoglu, Rêveberê BDP'e yê Dêrsimê yêberê Halil Ateş, Endame Meclisa Şaredariyê yê Dêrsimê Huseyin Tunç, Rêvebere BDP'ê yê Dêrsimê Veysel Aksoy, Serokê BDP'ê yê Pertekê İsmail Atay û Endame Meclisa Şaredariya Dêrsimê Alî Kandil.
Li heman dadgehê rûniştina 7 jê girtî 10 siyasetmedarên Kurd ên di bi navê doza ‘KCK'ê’ ya Meletiyê tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Hevserokên BDP'ê yê Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen jî di navde 7 girtî bi tevahî 10 siyasetmedarên Kurd û parêzenên wan amade bûn.
Li vir jî piştî xwendina idîanameyan û parastine heyetê navber da û biryar da. Heyetê kes serbest berneda û doz taloqî 7'ê Hezîranê kir.