Di doza 'KCK'ê' ya Îdirê de ji 2 kesan re 12 sal û 6 meh ceza

Di doza 'KCK'ê' ya Îdirê de ji 2 kesan re 12 sal û 6 meh ceza

Di doza "KCK'ê" ya Îdirê de ji endamên Meclîsa BDP'ê Orhan Artuç û Ferzende Abay re bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" ji her yekî re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û 13 siyasetmedarên Kurd jî berat bûn.

Rûniştina biryara doza "KCK'ê" ya Îdirê ya ku di nav de endamên Meclîsa BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê ya 15 kesên di 26'ê mijdara 2012'an de di çarçoveya operasyonên bi navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin û derbarê wan de doz hatin vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eziromê hate pêkhat.

Di rûniştinê re ji endamên Meclîsa BDP'ê Orhan Artuç û Ferzende Abay ên bêyî girtî tên darizandin bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" ji her yekî re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn û 13 siyasetmedarên din ên Kurd yên serbest dihatin darezandin jî berat bûn. Parêzer Mehmet Emîn Adiyaman diyar kir ku, dê têkildarî cezayê ji Artuç û Abay re hatî dayîn li Dadgeha Bilind serlêdana temyîzê bikin.