Di doza ‘KCK’ê’ de şopandina ANF’ê sûc hate dîtin!
Di doza ‘KCK’ê’ de şopandina ANF’ê sûc hate dîtin!
Di doza ‘KCK’ê’ de şopandina ANF’ê sûc hate dîtin!
Di rûniştina doza “KCK’ê” de ku îqameya delîlan ya Alîkarê Hevserokê DTP’a Amedê Mehmet Akin hate kirin, di îdianemeyê de balkêş bû ku şopandina Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) sûc hate dîtin û Akin ev pirs kir: “Ez pê bawerim ku; Emniyet, MÎT, Serokwezîr û hemû rayedar vê malperê dişopînin. Ma herkesê ku vê malperê dişopîne endamê rêxistinê ye?”
Di rûniştina ku di nav de Parlementerên BDP’ê, Şaredar, parêzvanên mafê mirovan û rojnamevan jî heyî 98 jê girtî 175 kesên di bin navê doza “KCK’ê” de doz lê hatine vekirin, îro li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin.
Di rûniştinê de 9 jê girtî, 2 jê bersûcên serbest tên darezandin, parêzerên mudafî û wergerên Kurdî amadebûn, herwiha malbatên girtiyan jî doz temaşe kirin. Rûniştinê bi îqameya delîlên Alîkarê Hevserokê berê yê DTP’a Amedê Mehmet Akin berdewam kir. Akin parastina xwe bi rêya wergerê Kurdî kir. Akin anî ziman ku beriya îqama delîlan were kirin, ew dixwaze tiştek bêje û got, ew kesên di teqîna li navçeya Reyhanli ya Hatayê jiyana xwe ji dest dane rehmet û sersaxî li malbatan da. Akin anî ziman ku, teqîn bûyerekî gelekî bi êşbû û destnîşankir ku, ew êşên malbatên jiyana xwe ji dest dane parve dike û yên bûne sedemê teqînê şermezar dike.
Dema ku dest bi xwendina îdianameyê hate kirin, di îdianameyê de şopandina Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) sûc hate dîtin. Akin delîlên di îdianameyê de hatine xwendin nirxand û wiha pirsî: “Ez pê bawerim ku; Emniyet, MÎT, Serokwezîr û hemû rayedar vê malperê dişopînin. Ma herkesê vê malpere dişopîne endamê rêxistinê ye?”
Piştî îqameya delîlan heyeta dadgehê navbera nîvro da rûniştinê.