Di bûyerên Hênê de zarokek bi giranî birîndar bû
Di bûyerên Hênê de zarokek bi giranî birîndar bû
Di bûyerên Hênê de zarokek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Hênê ya Amedê polîsên êrîşî xwepêşandana ciwanan a ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ kirin, zarokê bi navê Mustafa Solmaz ji serê wî birîndar kirin. Hat ragihandin ku rewşa Solmaz girane û her du çavên xwe winda kirine.
Li navçeya Hênê ya Amedê, ciwanan êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji ser Tirkiyeyê re li hember Kobanê şermezar kirin. Polîsên hatin herêmê bê hişyarî êrîşî girseyê kirin. Polîsan zarokê bi navê Mustafa Mustafa Solmaz ê 15 salî bi giranî birîndar kirin.
Welatiyan Solmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê. Piştî mudaxeleya yekemîn, ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê.
Li gor agahiyên doktorên li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê ku dan malbatê, rewşa Solmaz girane, cisma li serê wî ketiye zerar daye sînîrên çavên wî û her du çavên Solmaz kor bûne. Her wiha hat diyarkirin ku doktoran mudaxeleyî parçeyên din ên di serê Solmaz de nekirine.
LI NAVÇEYÊ ALOZÎ DIDOME
Hevşaredarên Hênê û rêveberên navçeyê yên DBP’ê jî hatin cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku li navçeyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn didomin.