Di belavbûna CO2 de tevî pêşketina aborî jî zêdebûn çênebû!

Di belavbûna karbondîoksît (CO2) a yek ji gazên herî bi bandor ên li atmosferê belav dibin, di 40 salên dawî de tevî pêşketina aborî jî cara yekem e belavbûna gazê zêde nebû.

Di belavbûna karbondîoksît (CO2) a yek ji gazên herî bi bandor ên li atmosferê belav dibin, di 40 salên dawî de tevî pêşketina aborî jî cara yekem e belavbûna gazê zêde nebû.

Li gor daxuyaniya Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IAE), li tevayî cîhanê belavbûna CO2 ku 32,3 mîlyar ton e, li gor sala buhrî zêde nebû. Di raporê de hat diyarkirin tevî pêşketina aboriyê jî di belavbûna CO2 de zêdebûn çênabûye û ev di 40 salên dawî de cara yekem e.

Li gor rapora IEA, sedema ku belavbûna CO2 di sala 2014’an de kêm bûye ev e ku di enerjiya tê veguhertin de pêşketin çêbûye. IEA bi taybet bal kişand ser sermayerazandina enerjiya tê veguhertin a li Çînê û girîngiya enerjiya rojê û ba destnîşan kir.